Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Foza Yûsif: Pîlana nû ya li dijî Kurdan 18.12.2020

 

PÎLANA NÛ YA LI DIJÎ KURDAN
FOZA YÛSIF / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Di cografiyaya Rojhilata Navîn de Kurd bûne hêzeke sereke û karin di siberoja herêmê de bibin xwedan roleke stratejîk. Lê belê hêzên ku Kurdistan mêtinkar kirine, û di serî de Tirkî û Îran her tiştî dikin da ku Kurd nebin xwedan roleke weha. Ew her wiha, ji bo ku Kurdan li derveyî nexşeya siyasî a herêmê bihêlin her tiştî dikin. Tevî hemû hewldanên kirin û dikin jî heta niha bi rêya DAIŞ’ê, bi rêya çeteyan nikarîn bigihîjin armanca xwe. Lewma li rêbaza klasîk vegeriyan, ew jî Kurdan li dijî Kurdan bidin şerkirin. Ev pîlan her çiqasî weke ku li dijî Tevgera Azadiyê têkirin, lê esas ev pîlana qirkirina Kurdan e. Ji bo ku wê prestîja ku Kurdan di nava cîhanê de qezenc kiriye û bandora wan bi vê çêkiriye, têk bibin, ew vî şerê qirêj sor dikin.

Bi zanebûn Tevgera Azadiyê krîmînalîze dikin û weke ku ew asteng be, didin diyarkirin. Lê belê, esas, pirsgirêka Kurd tê krîmînalîzekirin, ji ber ku heger Tevgera Azadiya Kurd li Bakur û Rojava têk biçe, Başûrê Kurdistanê wê di kevçiyek avê de bifetisînin. Heger heta niha Başûr li ser linga dihêlin, tenê ji bo ku bibêjin, binihêrin em ne dijminê Kurdan hemûyan in. Lê a rastî, pîlan ew e ku Kurd nebin xwedan cih di nexşeya nû ya herêmê de. Mixabin rayedarên PDK wiha difikirin ku bi têkçûn û lawazbûna parçeyên din ew ê karibin Başûr di destê xwe de bigirin û lewma hemû tewîzan jî didin. Lê pir caran di dîroka me de ev yek diyar bûye ku her kes û eşîretên bi dewletên dagirker re hevkarî kirine, piştre ew jî hatine tinekirin û ew jî têk çûne. Vê diyalektîkê bi dehan caran xwe dubare kiriye.

Eger heta niha Başûr hiştine, ev encama wê yekê ye ku li perçayên din berxwedan heye, naxwe wê dorê li Başûr bigirin da ku bi hewldanên xwe hemûyan wê di 24 saatan de bifetisînin. Lewma, heger difikirin, ev agir wê tenê Rojava û Bakur bişewitîne û Başûr wê di nava aramiyê de bimîne, ev felaket e. Ji ber ku dijminatiya Tirkan ya beramberî Kurdan di kirinên li Kerkûk û li Şingalê, li dijî referandûmê, li dijî HDP’ê nîşana vê yekê ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv