Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: Di plana qirkirinê de hêsakirina Kurdan 18.12.2020

 

FEHÎM IŞIK / WELAT
DI PLANA QIRKIRINÊ DE HÊSAKIRINA KURDAN

Çarşema borî sê beyanên çapemeniyê di rojevê de cihê xwe girt.
Yek ji wan beyanan li Hewlêrê bû. Serbest Lezgîn li ser navê Wezareta Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê, YPG û PKK’ê kir potayekî û daxwaz kir ku êdî çi kes çek nede YPG’ê. Her wisa îdîa kir ku YPG’ê êrîşî peşmergeyan kiriye.

Beyana duyemîn li Enqereyê bû.
Her du wezîrên derveyî welat a Iraq û Tirkiyeyê axivîn. Fuad Huseyîn ê Serokê Dîwana Serokatiyê ya Başûrê Kurdistanê yê kevn, zêde li ser naveroka hevdîtînê neaxivî. Tenê çend gotinan li ser têkiliyên tîcarî yê Iraq û Tirkiyeyê qal kir û qedand. Lê Mewlud Çawîşoglu yê tirk, şûrê xwe kişand û li kurdan da. Ew jî YPG û PKK’ê di nav potayekê de heland û hema bi peyvên nezîkî Serbest Lezgîn, êrîşî PKK û YPG’ê kir. Di cihekî de navê Fuad Huseyîn ji bîr kiribe jî, wî wekî ‘birayê’ xwe îlan kir û got, “Di Sincarê de peymaneke baş çêkirine û ew ê di nêz de PKK’ê ji Sincarê were paqijkirin.” ‘Birayê’ wî Fuad Huseyîn ne ji peyva ‘Sincar’ê û ne jî ji peyva ‘Kuzey Iraq’ aciz nebû. Di ser de peyvên ‘terorîst’ ên Mewlud Çawişoglu jî Fuad Huseyîn aciz nekir.

Beyana sêyemîn jî li Enqereyê bû.
Serokê partiya faşîst a tirkan, bi awayekî gelek aşkera û vekirî daxwaza jenosîda kurdan kir. Di ser de li hemû partiyan gef xwar û got, “Ya hûn ê ji me bin, ya ji wan.”
Ji niha ve pêşî li êrîşan bigirim da ku bila kesek nebêje, yên van peyvan dinivîsîne, PKK’ê diparêze. Qet tiştek wisa nîne. Biqasî misqalî zere PKK’ê naparêzim û derdê min jî ne parastina wan e. Bi qasî parastina PKK’ê dikim, ew qas jî parastina PDK’ê dikim. Bi qasî şaşî û kêmasiyên PKK’ê dibêjim, ew qas jî şaşî û kêmasiyên PDK’ê dibêjim.
Her wisa di van sê beyanên ku min behsa wan kir de, pirsgirêk ne PDK û PKK ne. Pirsgirêk, jenosîda kurdan e.

Divê qet neyê jibîrkirin. Nijadperestên tirk galgalên vala nakin. Li ser masayê wan planeke qirkirinê heye, bikaribin ew ê cîbecî bikin. Ya din jî, naxwazin piştî guherîna rayedariya Amerîkayê, rê li ber plana çareserkirinên siyasî vebin. Ji ber wê jî di provokasyonên xwe de lez û bez in.

Eger PDK’ê ji pêşketin û têkîliyên siyasî ne aciz e; ger PDK’ê ji serketina rojavayê Kurdistanê ne aciz e; ger PDK’ê ji dawîlêanîna şer ne aciz e, wê demê, heta ku PKK’ê dixe ber dafikê divê bi erka xwe rabe û rê li ber diyaloga navxweyî veke.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv