Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Financial Times: ‘Aboriya xirab a tirk gelo wê pişta Erdogan bîne erdê?’

 

FINANCIAL TIMES
ABORIYA XIRAB A TIRK GELO WÊ PIŞTA ERDOGAN BÎNE ERDÊ?

Gelo aboriya xirab a tirk wê pişta Erdogan bîne erdê?

Ev manşeta analîzeke rojnameya Financial Timesê ye.

Di analîzê de bi kurtî ev tesbît cih digirin:

Li Tirkiyeyê partiyên muxelefetê ji bo têkbirina lîderê ku wisa xuya ye naxwaze siyasetên xwe yên aboriyê biguherîne, li dijî wî di nava pêngavê de ne.

Li himberî pirsgirêkên aboriyên yên Tirkiyeyê û dengên li dijî vê yekê, Erdogan îdîa dike ku di nava partiya wî û hukûmeta wî de jî pirsgirêkên heyî tên mubalexekirin.

Lê belê reqem li ber çava ne. Aboriya Tirkiyeyê biçûk dibe. Enfalsoyon gihîştiye ji sedî 20î. pereyê tirk nirx winda dike û hem jî pir bi lez.

Li gorî anketên di nava raya giştî de tên kirin, desteka ji bo Erdogan nîsbet bi hilbijartina dawî ya 2018an ji sedî 10 kêm bûye. Û ya herî zêde Erdogan dibizdîne jî ev e.

Wekî din, lêkolîn radixin pêş çavan ku ji sedî 30yê civakê nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bikirin û ev sedema esasî ye ku hilbijêr berê xwe ji partiya Erdogan AKPê dizîvirînin.

Destwerdanên Erdogan ên li Bankaya Navendî jî li şûna ku rewşê baş bikin, berevajî xirabtir dikin.

Perê ku biyanî ji bo kar li Tirkiyeyê radizînin di salên dawî de ji 19 mîlyar dolarî daket heta bin 6 mîlyar dolarî.

Ji bilî aboriyê, herwiha rewşa siyaseta Erdogan jî pir xirab e. Hem siyaseta wî ya li hundir hem jî ya li derve êdî nameşin.

Muxelefeta li Tirkiyê jî di serdema desthilatiya AKPê de ti caran ewçend zexim nebûbû

Ew wisa bawer dikin ku dawiya Erdogan hatiye û di hilbijrtinên bên de ewê nema karibe li ser deshilatiyê bimîne.

Herwiha li ser rewşa tenduristiya Erdogan jî gelek spekulasyon hene.

Tê îdîakirin ku Erdoganê 67 salî ê berê sportîf ji ber nexweşînên xwe pir bi zehmetî ji ciyê xwe dilive.

Ev îşaret giş ji aliyê gelek kesan ve weke îşaretên berbiçav ên dawiya desthilatiya Erdogan dibînin û fikar hene ku ji ber vê yekê Erdogan hilbijartinan bide paş.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv