FESTÎVALA JINAN A ROJBÎN
KOMÎTEYA AMADEKAR BANGA TEVLIBÛNA FESTÎVALÊ KIR
Li paytexta Fransa Parîsê xebatên amadekariya 4’emîn Festîvala Jinan a Fîdan Dogan bi nasnav Rojbîn dewam dike.
Festîval bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayêu wê 3’yê Tîrmehê bê lidarxistin.
Festîvala ku bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinanan; dem dema parastina jin û civaka azad e’ wê li Parc Inderdepartemental a herêma Val de Marne Parîsê pêk tê.
Festîvala îsal ji bo bîranîna endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî ku Hezîrana 2020’ê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû, tê kirin
Komîteya Amadekariyê ragihand ku wê ji Strasboûrg û Parîsê tevlîbûna ji bo festîvalê pêk were, dîsa di serî de bang li hemû gelê Kurd, dost û tevgerên femînîst kir ku tevlî festîvalê bibin.