“PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNE BI BIRYARDARÎ DIDOMIN
Ji 27’ê Mijdarê ve girtîyen ji doza PKK’ê û PJAK’ê ji bo azadiya fizîkî a Rêber Apo di çalakiya greva birçîbûne a bêdem û dorvegerde ne.
Çalakiya girtîyan di roja 214’an de ye.
Berxwedêrên di grevê de bang li gelê kurd û raya giştî ya demokrtîk dikin da ku têkoşînê xurt bikin.
Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr’ê jî li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan 193 rojin çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike.
Welatiyên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî bi heman armance di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Çalakiya ku bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewrûpayê hate destpêkirin, 176 roj in dewam dike