Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandariya QSD’ê: Êrişên dagirkeriyê li dijî herêma Eyn Îsa hatin şikandin 29.12.2020

 

ÊRIŞÊN LI DIJÎ HERÊMA EYN ÎSA
FERMANDARIYA QSD’Ê: ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ HATIN ŞIKANDIN

Fermandariya QSD’ê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeyên wê yên li dijî herêma Eyn Îsa daxuyanî da.

Fermandariyê der barê encamên şer de ev agahî parve kirin:

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawî de li xeta Eyn Îsa êrişên xwe zêdetir kirine.

Bi wan êrişan ve armanc dikin ku li derdora rêya M4 hakîmiyet çêbikin û ji vir êrişê navçeya Eyn Îsa bikin.

Çete di encama bersivdayina şervanên me neçar man ku paşve vekişin.

Herî dawî roja 27’ê Kanûnê li dijî gundên Mişêrfa û Cehbel bi desteka balafirên bêmirov êrişek berfireh lidarxistin.

Di vê êrişê de derdora Eyn Îsa û gundewarê wê bi dijwarî hatin topbarankirin.

Her wiha cîh bi cîh şer qewimîn û êriş hatin şikandin.

Di şer de 4 ji wan endamê Lîwa El Şimal el Demokrat, bi giştî 5 rêhevalên me şehîd bûn.

Em ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û soza parastina welatê xwe dubare dikin.

FERMANDARIYA QSD’Ê NÛÇE DEREWANDIN
RIYAD EL-XELEF: EV NÛÇE JI DERVEYÎ RASTIYÊ NE

Li aliyê din Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef jî der barê rewşa Eyn Îsayê ji ANHA’yê re axivî.

Fermandar Riyad El Xelef der barê nûçeyên QSD bi Rûsyayê re ji bo Eyn Îsa teslîm were kirin li hev kiriye de got:

Ev nûçe ji rastiyê dûr in. QSD li dijî êrişan wê xelkê herêmê biparêze.

Tu li hevkirineke weke ku Eyn Îsa wê were teslîmkirin tune ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv