SÛCÊN DAGIRKERIYA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ LI EFRÎNÊ
DI SALEKÊ DE 805 SIVÎL HATIN REVANDIN, 54 SIVÎL HATIN QETILKIRIN
Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tevahiya sala 2020’an jî li Efrînê bi sûcên xwe yên lidijî mirovahiyê rabûn.
Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo têkildarî vê mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê-ANHAyê re axivî.
Îbrahîm Şêxo têkildarî sûcên dagirkeriya Tirk ev dane eşkere kirin:
805 sivîlên di nava wan de zarok, jin û ixtiyar hebûn hatin revandin.
54 sivîl li zîndanan bi êşkenceyê hatin qetilkirin.
60 hezar darên zeytûnan hatin jêkirin.
90 hezar ton zeyt hatin dizîn.
42 deverên dîrokî hatin rûxandin.
Asta kesên ne Efrînî û li Efrînê hatine bicihkirin bû ji sedî 80’yê nifûsa bajêr.
54 dibistan veguherandin navendên îstîxbaratî û êşkencekirina sivîlan.
20 dibistan bi temamî hatin rûxandin.
Navê Qada Azadî kirin qada Tayîp Erdogan.
Îbrahîm Şêxo bibîrxist, ku yên eşkerekirine, tenê sûcên belgekirî ne.