Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ji ber çalakiyên serketî, gerîlayên eyaletên Dersim û Botanê pîroz kirin

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL
JI BER ÇALAKIYÊN SERKETÎ, GERÎLAYÊN LI EYALETÊN DERSIM Û BOTANÊ PÎROZ KIRIN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel 2 peyamên pîrozkirinê ji bo gerîlayên HPG û YJA-Starê weşandin.

Di peyamê de ji bo gerîlayên li eyaleta Dersimê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin wiha hat gotin:

30’ê Tîrmehê li hemberî qereqola Amûtka ya navçeya Dersimê Hozatê hêzên we çalakiyeke serkeftî li darxistibû.

Di vê çalakiyê de dagirkerek hatibû cezakirin û wesayîta leşkerî hatibû derbkirin.

Ev qereqol ji sala 1936’an ve ji bo qirkirina gelê me hatiye avakirin û gelek Kurd li vir hatine qetilkirin.

Çalakiyeke bi vî awayî li darxistin xwedî wateyeke dîrokî ye û ji bo dagirkeran peyameke di cih de ye.

Her wiha gerîlayên YJA-Starê jî 5’ê Tebaxê yekîneyeke dagirkeran xistibû kontrolê û çalakiyeke serkeftî li darxistibû.

Di vê çalakiyê de jî bi kêmanî dagirkerek hatibû cezakirin.

Ev çalakiya ji bo bîranîna fermandarên nemir ên herêma Dersimê Zîn Koçer û Yilmaz Dersîm hatibû lidarxistin gelekî watedar û di cih de ye.

Ji bo fermandariya eyaleta Botanê jî çalakiya 6’ê Tebaxê tê bibîrxistin.

6’ê Tebaxê li eyaleta Botanê, derdora gundê Şaminis ê girêdayî navçeya Wanê Şaxê hêzên YJA-Starê rêze çalakiyên serkeftî pêk anîn.

Di encama van çalakiyên ji bo silavkirina pêngava 15’ê Tebaxê de hatibû lidarxistin 10 dagirker hatibûn cezakirin

Bi pêngava Egîdên Botanê hatiye raberkirin ku wê di xeta fermandarê mezin û nemir Egîd de têkoşîna gerîla heya serketinê bidome.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel destnîşan kir ku di vê pêvajoya cejna Vejînê de çalakiyên ji bo bîranîn û tolhildana şehîdan li Bakurê Kurdistanê pir girîng in û wiha got.

Plansazî û pêkanîna van çalakiyên ji aliyê hêzên YJA-Starê ve rol û pêşengiya jina Kurd a di têkoşîna azadiya Kurdistanê de careke din nîşan daye.

Ev çalakiyên encamgir û taktîkên serkeftî û derbên giran ên li dagirkeran dibin nîşaneya ast û performansa gerîlatiya dema nû.

Em hevrêyên xwe yên di van çalakiyan de cih girtine, di şexsê fermandariya wan de pîroz dikin û hêviya serketinên nû dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv