HOVÎTIYA POLÎSÊN TIRK
LI NISÊBÎNÊ NAVA ROJÊ LI NAVERASTA KOLANÊ MIROVEK ÎNFAZ KIRIN
Di van demên dawîn de rejîma faşîst a tirk bi destê nijadperestên xwe li bajarên Tirkiyê êrişên sîstematîk pêk tîne.
Ev çeteyên faşîst ku bi zêrandina Erdogan û Bahçelî û Soylu bi koimî kurdan hedef digirin û qetil dikin.
Li bajarên Kurdistanê jî ev çete îcar dibin polîs û esker ên dagirker.
Polîsên rejîma faşîst li navça Mêrdîn Nisêbînê li nava kolanê mirovekî da ber guleyan û ew qetil kirin.
Derket holê kesê hatiye qetilkirin mirokî ji Rojavayê Kurdistanê ye.
Wezareta Karê Hundir a Tirk ji bo vê cînayetê veşêre û kujeran biparêze daxuyanî da.
Wezaretê îdia kir ku kesê hatiye kuştin ‘bombeyê zindî’ bûye.
Polîs û eskerên tirk ên ku kurdan qetil dikin her carê bi hincetên bi vî awayî di bin per û baskê dewletê de tên parastin.