Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandarekî QSD’ê: Dagirker li Eyn Îsa ji 3 aliya ve êriş kirin lê hêzên me êrişa wan şikandin 24.10.2020

 

Yek ji fermandarên QSD’ê yê navçeya Eyn Îsayê Ezîz Xerbîsan, êrîşên li dijî navçeyê pêk hatine nirxand û got: “Hêza me pêşî li komkujiyeke mezin girt. Hewldan û amadekariya dagirkeran heye ku navçeyê yekser dagir bikin. Em li dijî van hewldanan 24 saetan hişyar in.”

21`ê Cotmehê komeke çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker hewl dan navçeya Eyn Îsayê dagir bikin. Di encama bersivdayîna şervanên Meclisa Leşkerî ya Eyn Îsayê de hewldan hate pûçkirin. Piştî şerê 3 saetan, çete û leşkerên dewleta Tirk çekên xwe hiştin û reviyan li aliyê din balafirên keşfê û yên şer li ser asîmanê navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê geriyan.

Têkildarî mijarê, yek ji fermandarên QSD’ê yê navçeya Eyn Îsayê Ezîz Xerbîsan ji ANHA`yê re axivî.

JI 3 ALIYAN VE ÊRIŞ KIRIN Û ÊRIŞA WAN HAT ŞIKANDIN

Ji fermandarên QSD`ê Ezîz Xerbîsan bal kişand ser armanca dagirkeran û got: “Artêşa Tirk a dagirker ji aliyê gundê Seyda yê ku dikeve bakur û rojhilatê Eyn Îsa ve û ji aliyê rêya M4`ê û aliyê kampa li rojavayê Girê Spî ve, hewl da derbasî navçeyê bibe. Zêdetirî 50 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji 3 aliyan ve xwestin derbasî navçeyê bibin û li ser şêniyên navçeyê û gundewarê wê komkujiyekê pêk bînin. Lê belê hewldana wan hate têkbirin. Ev ne cara yekê ye ku dagirker dixwazin derbasî navçeyê bibin û dagir bikin, lê belê rastî bersivdayîna şervanên me tên.”

‘RÛSYA Û HIKÛMETA ŞAMÊ DÎSA BÊDENG MAN’

Ezîz Xerbîsan destnîşan kir ku di êrişan de leşkerên hikûmeta Şamê û Rûsya tu helwest nîşan nedan û wiha dewam kir: “Ev êriş li ber çavên van hêzan pêk hat. Di encama êrişan de mal û milkên sivîlan jî hatin hedefgirtin. Li rêya M4`ê ya di navbera navçeya Çelebiyê û Eyn Îsayê de ku sivîl tê re derbas dibin, êriş pêk tên.  Erebeyên li ser vê rê diçin û tên, rastî siûqest û topbaranê tên.”

HEWL DIDIN BAREGEHÊN XWE ZÊDE BIKIN’

Xerbîsan anî ziman ku dagirker di xeta gundewarê Eyn Îsayê û gundewarê rojavayê Girê Spî amadekariya şerekî mezin dikin û got: “Çeper û binerdan çê dikin û sewqiyatên leşkerî hene. Bi vê yekê dixwazin barergeh û nuqteyên xwe zêde bikin. Li gundê Seyda mewziyên xwe çêdikin û hewl didin li gund baregehekê ava bikin.”

’24 SAETAN HIŞYAR IN’

Fermandarê QSD`ê Ezîz Xerbîsan diyar kir ku çi dibe bila bibe, dê heta dawiyê bersiva dagirkeran bidin û axa xwe biparêzin û wiha lê zêde kir: “Em nahêlin ku navçeya Eyn Îsayê dagir bikin û zirarê bidin gelê me. Ev parastina rewa ye. Em jî 24 saetan hişyar in. Ew nikarin bihostekê jî derbasî xaka Eyn Îsayê bibin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv