Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandarek Pêşmergeyan: Wesayîta pêşmergeyan ji aliyê balafiran ve hatiye bombebaran kirin

Fermandarek pêşmergeyan li ser êrişa li Metîna dijî pêşmergeyan çêbûyî got; “Wesayîta Zirxî ya pêşmergeyan a li çiyayê Metîna hatî hedef girtin, ji aliyê balafira şer yan jî balafira bê mirov ya dewleta Tirk ve hatiye bombebaran kirin. Ji ber ku bi mûşekê hatiba hedef girtin, yan jî şer çêbûba, diviyabû tekeleyên wê jî teqiya ban. Wesayît ji jor de hatiye bombebaran kirin.”

Roja 5’ê Hezîranê çekdarên PDK’ê êrişî kampek gerîlayên azadiyê ya li Herêma Metîna kir. Di dema wesayîtên zirxî yên pêşmergeyan de ber bi Metîna bi rê diketin de, teqînek mezin çêbû. Wesayîtek zirxî ya pêşmergeyan bû hedef, lê gerîla êrişî pêşmergeyan nekir. Di wan kêliyan de jî liv û tevgera balafirên dewleta Tirk li ser herêmê bê navber hebû. HPG’ê xwest heyetek lêkolînê were Metîna û bûyerê lêkolînbike.

Li gorî çavdêrên siyasî û pisporên leşkerî, wesayîta leşkerî ji aliyê balafirên şer yan jî SÎHA’yên Tirkiyeyê ve hatiye bombebaran kirin. Ji xwe ragihandina PDK’ê jî destpêkê hemû nûçeyên xwe, weke balafirên şer yên dewleta Tirk hêzên pêşmerge bombebaran kir, belavkir. Lê piştî demekê nûçeyên xwe dan guhertin.

Qadir Xoranî demek dirêje fermandare û niha jî di nava Wezareta Pêşmergeyan de fermandariyê dike. Di heman demê de diwarê leşkerî de jî pispor û xwedî tecrûbeye.

Fermandar Qadir Xoranî li ser malpera xwe ya facebook, balkêşa ser êrişa li Metîna ya ser hêzên pêşmerge.

Qadir Xoranî got ku wesayîta zirxî ya pêşmergeyan ku 5’ê Hezîranê de hate hedef girtin, ji aliyê balafirên F16 yan jî balfirên bê mirov ve hatiye bombebaran kirin.

Fermandar Qadir Xoranî bi 3 salan vê mijarê vedike.

  • Ez bi xwe li wê wesayîta zirxî siwar bûme. Ev wesayîta zixî gelek qayîm û bihêze.
  • Ti şopên guleyan li ser rexên wesayîta zirxî nînin, eger bi mûşekê jî êriş lê hatiba kirin, pêwîst bû her çar dora wesayîta ketiba, yan jî tekeleyên wesayîtê parçebûban.
  • Li gorî axaftinên pêşmergeyên birîndar şer nebû. Pêşmergeyên birîndar diyarkirin ku ji esman ve êriş li wesayîta wan hatiye kirin. Li gorî wêneyan jî wisan diyare yan balafirên F16 yan jî balafirek bê mirov, wesayîtê bombebaran kiriye.”

Fermandar Qadir di dewama peyama xwe de dibêje; “Li gorî min ev kiryara terorîstî, yan bi balafira F16 yan jî balafira bê mirov, ji aliyê hêzek terorîst dijî pêşmergeyên Kurdistanê pêkaniye. Armanca siyasî li pişt vê heye. Ev êriş bi pîlane û armanca êrişê gurkirina şerê Kurd kujî û wêrankirina Herêma Kurdistanê ye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv