Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Agahiyên nû li ser bûyera Metîna

Hat ragihandin ku hêzên Pêşmergeyan ên çûbûn herêma Metîna û di seyareya wan de teqîn çêbibû, beriya ku biçin agahî daye artêşa Tirk a dagirker ku diçin wê herêmê, lê piştî çûne wir balafirek bê mirov a dagirkeran li seyareya wan xistiye. Çavkaniyan gotin ku Pêşmergeyekî birîndar ev agahî piştrast kiriye û gotiye Tirkiyeyê xwestiye bi vê yekê fitneyê derxîne.

Têkildarî bûyera li herêma Metîna ku 5 Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da, agahiyên nû hatin bidestxistin. Ji kêliya ku bûyer qewimî ve HPG’ê bi daxuyaniyên cuda diyar kir hêzên wan êrîş nekiriye û herî dawiyê banga avakirina lijneyek serbixwe ya lêkolînê kir. Her wiha gelek aliyên siyasî û çavdêran jî diyar kirin ku êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatiye. Dîsa bangên ji bo bihîstiyariyê hatin kirin.

Li aliyê din PDK’ê bi daxuyaniyekê PKK tawanbar kir û qet behsa êrîşên dewleta Tirk nekir.

Di vê dema ku liser bûyerê nirxandin û bangên cuda tên kirin de, ji herêma Behdînan agahiyek nû hat bidestxistin.

Çavkaniyek pêbawer ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe bide, zanyarî dan Rojnews.

Li gorî zanyariyên çavkanî, hêzên Pêşmergeyan beriya ku di 5’ê Hezîranê de biçin herêma Metîna  bi rayedarên dewleta Tirk a dagirker ên li baregehên Amêdiyê û Bamernê re axivîne. Rayedarên pêşmergeyan ji artêşa dagirker re gotine ku ew ê biçin herêmê û bendek ava bikin. Rayedarên pêşmergeyan detay û cihên ku dê biçinê jî vegotine û ji wan re gotine, “Em diçin bila haya we hebe, ji bo ku hun êrîş nekin.”

Piştî van hevdîtinan hêzên Pêşmergeyan ber bi herêmê ve çûne, dema nêzî cihê gerîla bûne, balafirek bê mirov a biçek an jî Diron a artêşa Tirk li seyareya pêşmergeyan xistiye. Di encamê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Çavkaniyê ku nexwest nav eşkere bike, da zanîn ku ev agahî ji aliyê pêşmergeyekî di êrîşê de birîndar bûye ve jî hatine piştrastkirin û gotiye artêşa Tirk xwestiye bi vê yekê fitneyê derxîne.

Çavkanî got ku ev rewş tê zanîn, lê desthilata herêmê bi tu awayî nahêle ku were belavkirin û bê zanîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv