Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandarê HPG’ê Amed Malazgirt

 

 

 

Ji Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirt têkildarî berxwedana gerîla û şerê li çiyayên Kurdistanê ji ANF’ê re axivî.

Fermandarê HPG’ê destnîşan kir, ku gerîla bi berxwedaneke mezin bersiv da êrişên dewleta Tirk û got:

Artêşa Tirk xwe amade kiriye berê xwe bide Kela Bêdewê û Cîloya biçûk.

Ji ber vê yekê dibe ku şerê heyî dijwartir bibe.

BERXWEDANA GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
FERMANDARÊ HPG’Ê AMED MALAZGIRT JI ANF’Ê RE AXIVÎ

Ji Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgirt, têkildarî berxwedana gerîla û şerê li dijî dagirkeriya Tirk ê li çiyayên Kurdistanê ji ANF’ê re axivî.

Malazgirt êrişa dewleta Tirk a 23’yê Nîsanê li dijî herêmên parastinê yên medyayê destpêkirî bi bîr xist û wiha got:

Piştî bomberdimaneke giran, êrişî çeperên hevalên me kirin.

Hevalên me bi berxwedaneke mezin bersiv dan tevgera dagirkirinê ya dewleta Tirk.

Di dîroka tevgera me de li gelek deveran berxwedaneke mezin çêbû.

Lê ev berxwedan ji yên berê xwedî taybetmendiyeke cûda ye.

Ji ber ku dewleta Tirk bi tevahiya derfet û teknîkên xwe êriş dike.

FERMANDARÊ HPG’Ê AMED MALAZGIRT JI ANF’Ê RE AXIVÎ
“DIVÊ GEL Û DOSTÊN ME LI DIJÎ SÛCÊN DEWLETA TIRK RABIN SER PIYAN”

Fermandarê HPG’ê destnîşan kir, ku dewleta Tirk ji ber nekarî encamê bi dest bixe li Werxelê û Girê Sor çekên kîmyewî bi kar anîn.

Ji ber ku psîkolojiya eskeran li hemberî berxwedana gerîla têk çûbû.

Eskerê wan ê bi navê Sezaî Gungor xwest teslîmî gerîla bibe.

Ji ber ku artêşa Tirk encam bi dest nexist, li dijî tunelên şer bi teqemeniyan û çekên kîmyewî dest bi êrişê kir.

Me nîşane û belgeyên vî sûcî parve kirin.

Lê heta niha ti saziyên navneteweyî û mafên mirovan nebûne xwedî refleksekê.

Ji ber vê yekê divê gelê Kurd û dostên xwe li dijî van sûcan rabin ser piyan.

FERMANDARÊ HPG’Ê AMED MALAZGIRT JI ANF’Ê RE AXIVÎ
“DIBE KU ZIVISTANÊ ŞER DIJWARTIR BIBE”

Fermandarê HPG’ê da zanîn, ku artêşa Tirk niha li qadên Boxaza, Banista û Girên Şehîd Dilgeş û Şehîd Serdar bi cih bûye û ev agahiya girîng da:

Xuya ye, ku wê vê zivistanê jî şer bidome.

Dijmin wê hewl bide berê xwe bide Kela Bêdewê û Cîloya Biçûk.

Ji ber vê yekê dibe ku şer dijwartir bibe.

FERMANDARÊ HPG’Ê AMED MALAZGIRT JI ANF’Ê RE AXIVÎ
“ARTÊŞA TIRK LI AVAŞÎNÊ GELEK KUŞTÎ DAN Û NIHA DEREWAN DIKE”

Amed Malazgirt li ser şerê taybet û psîkolojîk ê dewleta Tirk jî rawestiya.

Fermandarê HPG’ê têkildarî derewên dewleta Tirk dike, ev agahî dan:

Hevalên li li girên Qertel, Şehîd Dîren, Stûnê, Şehîd Elî berxwedaneke mezin kir.

Artêşa Tirk gelek kuştî û birîndar dan.

Li vê derê 5 hevalên me şehîd bûn û 4 hevalên me jî dîl ketin destê dijmin.

Li dijî hevalên me yên li Girê Qertel çekên kîmyewî hatin bikaranîn.

2 hevalên me ji ber van çekan dema ji ser hişê xwe diçin, ji bo dîl nekevin destê dijmin çalakiyên xwe bexşane pêk tînin.

3 hevalên me jî li tunelên şer 3 rojan li dijî artêşa Tirk şer dikin û derbê lê dixin.

Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî ev hevalên ji ser hişê xwe diçin û dîl dikevin destê dijmin.

Fermandarê HPG’ê herî dawî bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan ên li dijî sûcên şer têdikoşin kir, ku li dijî sûcên artêşa Tirk bikevin nava tevgerê.

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv