Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji Komîtiya Têkiliyên Derve ya PKK’ê Bang

 

 

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê têkildarî pêla koçberiyê ku ji Başûrê Kurdistanê destpêkiriye daxuyaniyek da.

PKK’ê bang li xelkê Başûr kir ku welatê xwe neterikînin.

PKKê ji cîwanan xwest di şêna jiyana li surgunê de, hêza xwe li hundurê welatê xwe bixin xizmeta têkoşîna ji bo azadî û demokrasyê.

KOÇBERBÛNA GEL JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
JI KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA PKK’Ê BANG

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê têkildarê trajediya koçberên Başûrê Kurdistanê ya li daristanên ser sînorê Belarûs û Polonyayê daxuyaniyek da.

PKK’ê destnîşan kir, ku sebeba bingehîn a koçberbûna gel êrişên dewleta Tirk in, ku bi hevkarên xwe re li dijî Başûrê Kurdistanê dike.

Dewletên Kurdistan dagir kirine, bi taybetî dewleta Tirk ji aliyekî ve bi hevkariya hêzên kirêgirtî xaka Başûrê Kurdistanê dagir dikin.

JI KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA PKK’Ê BANG
“ARMANCA KOÇBERKIRINÊ BELAVKIRINA NASYONALÎZMA FAŞÎST A TIRK LI BAŞÛR E”

Ev dewlet komên tundrew ên cîhanî li Başûrê Kurdistanê bi cih dikin.

Li aliyê din jî bi rêya komên mafya, qaçaxçî û sîxurtiyê ji bo koçberkirina gelê me rê xweş dikin.

Bi vê şêweyê dixwazin bi dagirkerî û bi koçberkirinê re demografyaya Başûrê Kurdistanê biguherînin.

Komîteyê destnîşan kir, ku bi van kirinan dixwazin nasnameya Kurdî ji Başûrê Kurdistanê paqij bikin û nasyonalîzma faşîst a Tirk lê bi cih bikin.

JI KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA PKK’Ê BANG
“DIVÊ PDK RASTIYAN BIBÎNE Û ZIMANDIRÊJIYÊ LI TEVGERA AZADIYA KURDISTANÊ-PKK’Ê NEKE”

PKK’ê axaftinên berdevkê PDK’ê Sefîn Dîzeyî jî bi bîrxistin û ev bersiv da:

Cihê matmayînê ew e ku Berdevkê PDK’ê Birêz Sefîn Dizeyî li şûna ku van rastiyane bibîne, ji bo nixumandina tawan û şermezariyên desthilata PDK’ê zimandirêjiyê li Tevgera Azadiya Kurdistanê-PKK’ê dike.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê bang li xelkê Başûrê Kurdistanê jî kir, ku welatê xwe neterikîne.

JI KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA PKK’Ê BANG
“DIVÊ GELÊ ME Û CIWAN WELATÊ XWE NETERIKÎNIN, HÊZA XWE BIDIN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ”

Bi taybetî banga me ji bo ciwanan ew e, ku welatê xwe neterikînin, hêza xwe ji bo têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê bi kar bînin.

Em bang li hêzên navneteweyî jî dikin, ku rê û rêbazên pêwîst ji bo parastin û alîkariya bi koçberên Kurd re pêk bînin.

Herî dawî jî PKK’ê ev bang li PDK’ê kir:

Bang li desthilatdarên PDK’ê jî dikin ku vê rewşê baş bixwînin û li şûna ku sûcê biavêjin ser milê wê û vê, xwe berpirsiyarên sereke yên derketina rewşa koçberiya gelê me bizanin.

Di vê çarçoveyê de gavên pêwîst biavêjin.

Pêwîste azadî, asayîş û derfetên kar û jiyana bi rûmet ji bo hemû welatiyan bên dabînkirin û bingeha koçkirin û koçberbûnê ji holê were rakirin.

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv