Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: ‘Şerê Ukraynayê ne şerekî nû ye’

 

ŞERÊ UKRAYNAYÊ NE ŞEREKÎ NÛ YE
FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Dema di 1991’ê de Yekîtiya Sovyetan belav bû, hegemonya siyasî û leşkerî ya 74 salan a Partiya Komunîst jî bi dawî bû. Aliyên nijadperest, lîberal, sosyal demokrat, partiyên olî û olîgarkên Rûsî vê valahiyê dagirtin. Di lêgerîna ciyê “Rûsyaya nû ya di cîhanê de”, meyleke monarşîst, rojavayeke nû û komunîst derdixist holê. Ji bo “Rûsyaya nû” derketina meyleke wiha zor û zahmet; komkirina van hêzan di temsîleke hevpar de, bêyî ketina şerekî dijwar, gelekî zahmet xuya dikir.

Serdema 15 salan a Gorbaçov û Yeltsîn a di navbera 1985-1999’an, tenê nebû hilweşîna pêvajoya Yekîtiya Sovyetan; ev serdem bû serdemeke herikîna ber bi pêşerojeke salên nediyar. Sîxurê KGB’ê Vladîmîr Pûtîn di kaoseke wiha de wekî sûretekî rizgarker derket ser dikê.

Pûtîn digot; “Yên ku ji bo Yekîtiya Sovyetê poşman nîn bin ew kes in ku wijdanê wan nîn e; êdî yên ku dixwazin ew Yekîtiya Soveyê ku dema wê derbas bûye restore bikin jî eqlê wan nîne.” Bi vî awayî jî ji aliyekê ve pesnê “Sosyalîzma Sovyetê” dida, li aliyê din jî rexne dikir.

Rêveberiya Pûtîn derbarê ciyê “Rûsyaya nû ya di cîhanê de” ji despêkê û pê ve zelal bûbû vê fikra xwe xistibû pêvajoya pratîkê. Wê nûavakirina Rûsyayê, li gorî zagonên kapîtalîzmê û lîberalîzmê pêk bihata. Lê belê Kapîtalîzm û lîberalîzm ne ew sîsteme ku bi gotina “pêk were” bihata pêk anîn bû.

Rûsya û Pûtîn jî vê yekê baş dizanin. Qadên desthilatî û berfirehbûna di serdema Yekîtiya Sovyetê de wekî mîrateya qadên xwezayî, meşrû didît û xwedî lê derdikeve. Pûtîn, di gotina xwe de ya “yên ku ne poşmanê Yekîtiya Sovyetê bin bêwijdan in” bibîr dixist ku ew ê li hemberî windakirina axa di serdema Yekîtiya Sovyetê de bê eleqe nemînin.

Gelo ev serdestî û hegemonya çawa qels bû?

Rûsya di sala 1991’ê de bi navê “Koma Welatên Serbixwe” yekîtiyeke nû ava kir. Ev yekîtiya ku Ukrayna, Belarûs, Gurcistan, Kazakistan, Kirgizistan, Moldova, Ozbekistan, Tacîkistan, Ermenistan û Azerbeycan endamê wê bûn, li hemberî DYA’yê ya li Asya Navîn “tedbîr” bû.

DYA û YE jî bi “şoreşên rengîn” bersiv dan vê “Koma Welatên Serbixwe ya Rûsyayê. “Şoreşên rengîn” ku li Gurcistan, Ukrayna û Kirgizistanê pêk hatin tevgerên li hemberî Rûsya lê alîgirê Amerîkayê bûn. Di dema ev pêkdihatin de welatên endamê pakta Varşovayê jî yek bi yek bûn endamê NATO’yê.

Endamtiya NATO’yê dihat wê wateyê ku wê li welatê ji bo DYA, Almanya, Fransa û Îngîlîstanê xwe baregehên leşkerî vekin; ji van welatan alîkarî bigirin û li hemberî Rûsyayê bibin xwedî helwest. Ev rewş deriyê şer di navbera DYA û Rûsyayê de vekir û tansiyona di navbera wan de zêde kir.

Di encamê de dagirkeriya Rûsyayê ya Abhazya û Osetyaya Başûr a girêdayî Gurcistanê, di 2014’an de dagirkirina Kirimê, dagirkirina Donetsk û Luhanskên girêdayî Ukraynayê jî helwesteke vekirî ya li dijî NATO’yê bû.

Ji ber vê yekê jî şerê Ukraynayê ne şerekî nû ye.

Şerê Ukraynayê di rastiyê de şerê NATO û Rûsyayê ye û ev şer dê bi şêweyên cuda berdewam bike.

Nîqaş jî tên kirin ku “Divê Kurd di vî şerî de çawa tevbigerin?”

Dibêjin fîl dema lotik didin çîm di perçiqe. Huner ewe nebin çîm, marîfet jî ewe ne perçiqin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv