Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berîtan Zagros: ‘Şoreşa Başûr şoreşa jin e’

 

‘ŞOREŞA BAŞÛR ŞOREŞA JIN E’
BERÎTAN ZAGROS / NEWAYA JIN

Li Başûrê Kurdistanê çawa têkoşîna netewî ya Kurd ji rê hatiye derxistin û bi pênaseyên neteweperest û çewt ji naveroka wê hatiye dûrxistin, têkoşîna jin jî heman çarenûsê dijî… Li dewsa têkoşîneke radîkal a ji bo azadiya jin û civakê, lêgerînên azadiyeke ferdî ya lîberal, şeklî û hwd. her diçe pêşdikeve. Ev jî bandorê li têkoşîna azadiya jin dike û rê nade pirsgirêkên azadiyê yên civakê çareser bibin…

Em pênaseya sîstema desthilatdar ya ji bo ‘azadiyê’ red dikin û jê re dibêjin ‘lîberalîzm’. Azadiyê weke şêwazeke jiyanê, azadiya fikir, enerjiyeke herikbar a ji desthilatdariyê dûr, lê ya xwebe û xwedî îrade û hêza xwe rêveberinê û hwd pênase dikin.

Weke pênaseyeke din ji azadiyê re dibêjin; ‘xwebûn’. Lê di vê serdema sîstema sermayedarî de ‘xwebûn’ hema bêje nameye û di bin navê azadiyê de herî zêde êrîşê ‘xwebûnê’ tê kirin û civakeke yek reng û yek tîp a robotwarî ava dikin. Qurbanên herî mezin û yekemîn ên vê sîstemê jî jin in.

Asta êrîşên dijwar ên sîstema sermayedar herî zêde xwe li Başûr dide der. Weke tê zanîn Iraq bi sîstemeke nîv federal tê rêvebirin. Kurd jî weke herêmeke federal xwedî hinek mafan in. Lê ev mafên ku ji bo Kurdan hatine naskirin ji aliyê hêzên cîhanî ve di oxira berjewendiyan de hatine naskirin. Ev rewş jî hem di warê qanûnî de hem jî di warê madî de derfet ji bo civakê avakiriye. Ev derfetên madî yên sîstema sermayedar pêşkêş kiriye, hiştiye ku fikrê netewî û azadî bikeve bin metirsiyê û jiyaneke ku navenda wê madiyat e bi pêşkeve… Ev şêwazê fikirandin û jiyankirin astengiya herî mezin a li pêşiya azadiya jin de ye.

Li Başûrê Kurdistanê jin hem weke beden berbi yektîpbûnê ve diçe, hem jî weke fikir û şêwazê jiyanê.

Eger cûdabûnek hebe jî di çarçoveya hizbî û berjewendiyên siyasî û aborî de ye. Wekî din peyv, têgeh, şêwazê axaftin, reftarî û rengê wan jî hemû dibe yek tîp. Rêxistinên jin li Başûrê Kurdistanê ku di bin êrîşên pir alî û tund ên îdeolojîk de ne, xeta rast a azadiya jin û civakê nikare baş serwer bike û ji bo jinan bibe navendeke cazîb…

Têkoşîna azadiya jinê ya li Başûrê Kurdistanê tevî rehên xwe yên xurt û raboriyeke xwe ya bihêz a têkoşînê jî, di rewşa heyî de xetimiye û nikare ‘xwebûnê’ pêk bîne… Weke erka sereke ya li pêşiya tevger û rêxistinên jinan têkoşîna îdeolojîk e. Eger wê li Başûrê Kurdistanê şoreşek were kirin, weke Rêber Apo jî gotiye; divê ev şoreş ji jinê destpê bike û ‘Şoreşa Başûr bibe şoreşa jinê’.

Erkên mezin dikeve ser Akademiya Lêkolînên Jineolojiyê ya Başûr. Ev jî ewe ku beriya her tiştî pêwîstî heye ku feraset û çemkeke rast a azadiyê di jinên Başûrê Kurdistanê de û bi giştî jî di civakê de pêş bixe… Mijar bi mijar, qad biqad, pêwîstî heye ku Tevgera Azadiya Jinên Kurd û Jineolojî dest bidinê, binirxînin û ji nûve bigirin dest… Ev zemîneke girîng a têkoşînêye û dikare pêşengên nû ji bo têkoşîna jin li Başûrê Kurdistanê bigihîne û perspektîfa jina azad pêşbixe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv