Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: Ew jina Êzidî ya li ser rê rûniştibû

 

FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
EW JINA ÊZIDÎ YA LI SER RÊ RÛNIŞTIBÛ

Jineke êzidî li ser rê rûniştibû û destûr nedida ku Artêşa Iraqê derbas bibe. Wê jinê ji Artêşa Iraqê re digot em we li ser axa xwe naxwazin û em dikarin parastina xwe bikin. Kesên vê jinê di televizyonê de bibînin wê bibêjin li Şengalê Petrol jî tineye, ev jin li pey çi ye. Şengala ku cihekî biçûke û 74 ferman bi ser de hatiye çima ewqasî zext li ser heye gelo ?

9’ê Cotmeha 2020’an bi hewldana Amerîkayê peymanek bi navê Şengalê hat çêkirin. Ev peyman wekî ku di navbera Iraq û PDK’ê de hatibe çêkirin xuya dikir. Lê esasê peymanê Dewleta Tirk bû. Gelo Amerîka û Ewrûpa çima destekê didin wê peymana ku Dewleta Tirk piştgiriya komkujiyê dikin û ew hêzên ku Êzidî hiştin û reviyan. Li gorî ku bersivek maqûl a vê pirsê tineye, wê demê li Şengalê ji petrolê talûketir tiştek heye.

Peymana 9’ê Cotmehê di esasê xwe de Şengaliyan ji Şengalê xelas dike. Çawa ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji Kurdan hat stendin û radestî çeteyên Dewleta Tirk û DAIŞ’ê kirin.

Qaşo li gorî peymana Şengalê wê ji Iraqê hêzên biyanî werin derxistin. Lê li Iraqê hêza destpêkê ya biyanî ku divê were derxistin ew jî Dewleta Tirk e.

Amerîka, Ewrûpa û Rûsya nikarin sîstemek nû û alternatîf ava bikin. Tişta ku bikin parvekirina ax û desthilatdariyan e. Ew krîzên ku derdixin wekî ku bi rêve bibin nîşan didin. Li aliyê din sîstema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî modelek alternatîf pêş xistiye wan hêzên hegemon aciz dike.

Ocalan û felsefeya PKK’ê li dijî polîtîkayên perçekirinê yên hegemonan, jiyana bi hevre pêş dixe. Li dijî desthilatdariyên despot, sîstemek ku civak karibe xwe biparêze wekî alternatîfekê derketiye pêş. Ji petrolê girîngtir jî ev alternatîf e. Ji ber vê yekê ne tenê Şengal, her qada ev avabûn lê hebe di bin êrişan de ye.

Di her firsendê de Amerîka, Ewrûpa û Rûsya qala Iraq û Sûriyeke yekgirtî dikin, lê li aliyê din ew Dewleta Tirk ku axa Iraq û Sûrî dagir kiriye bêdeng in. Dewleta Tirk li gorî dilê xwe ji aliyê hewayî û bejahî van deveran bi kar tîne. Ev tercîheke van hêzên navnetewî ye.

Li Şengalê ji petrolê bi nirxtir tiştek heye. Şengaliyan û gelê Kurd ev yek dîtin û nas kirin. Jina êzidî ya Şengalê li dijî Artêşa Iraqê bêtirs û azad sekinî. Xwedawendên Olympûs ên niha jî ditirsin ku ew çirûska Prometheûs ji wan diziye ketiye destê wê jina êzidî û wê rojhilata navîn ronî bike.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv