Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mihemed Seydî: Dewleta Tirk dijminê Kurdan e

 

MIHEMED SEYDÎ / WELAT
DEWLETA TIRK DIJMINÊ KURDAN E

Her cara ku êrîş li ser qadên gerîla çêbûne, yek ji malbata Barzanî derketiye û daxuyanî daye. Vê carê jî heman daxuyanî li ser zimanê Mesrûr Berzanî ku serokê ‘Hikumeta başûrê Kurdistanê” ye hat dayîn. Mesrûr ji kanala EL-Jezîre ya Qeterî ku nêzbûna wê ji Erdoganê Ixwanî re tê zanîn re axivî û got: “Dewleta tirk ne dijminê kurdan e, tenê dijminê PKK’ê ye. PKK di dema DAIŞ’ê de xwe li van herêman bi cih kir ku me wê demê şerê DAIŞ’ê dikir.”

Baş e, ma bîra Mesrûr ewqasî kêm û zeîf be ka kê li Başûr û Şengalê kurdistanî ji DAIŞ’ê parast, ya kurdistaniyan jî zeîfe ku Şengal û deverên din çawa ji DAIŞ’ê re hatin hiştin û pêşmergeyên PDK’ê çawa reviyan, gerîla xwe gihand wan herêman û şerê DAIŞ’ê kir.

Îro gerîla şerê DAIŞ’ê dike. Li Metîna, Zap û Avaşînê şer di navbera DAIŞ û gerîla de ye. Ji ber ku DAIŞ 2014’an dewleta tirk bû û dewleta tirk a niha jî DAIŞ’a wê demê ye. Gerîla niha başûrê Kurdistanê û xelkê wê ji dagirkeriya dewleta tirk diparêze. Ji ber dewleta tirk li pey qirkirina kurdan û dagirkirina tevahî Kurdistanê ye. Ji kurdan re yek dijmin heye, ew jî dewleta tirk e.

PDK’ê ya ku dibêje Kurdistan û dibêje min di dema berxwedana Kobanê de pêşmerger şandin û beşdarî wî şerî bûn, ka îro HDP’ê bi doza desteka Kobanê tê darizandin aliyê dijminê kurdan dewleta tirk ve, dengê xwe dernexist. Îro dewleta tirk xelkê Başûr dijmin dibîne, Rojava dijmin dibîne, Bakur û siyasetmedarên wê dijmin dibîne, çima PDK’ê wê dost dibîne? Dewleta tirk ne dijminê PDK’ê be, wê demê bila PDK’ê ji xwe bipirse; an kurditiya wê de guman hene, an jî xwe xistiye bin kêra dewleta tirk û dest ji kurdîtiyê berdide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv