Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: Demogojiya şer a navbera Kurdan

 

FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
DEMOGAJIYA ŞER A NAVBERA KURDAN

Bûyerên di meha dawî de nîşanî me da ku bê desthilatdariya Erdogan û Dewleta Tirk çiqasî ketine. Bazirganiya wan a kokaînê, veşartina perê reş, rêbazên mafyawarî û desteserkirin, diziya petrolê, valakirina bankayan, gendelî û sûcên din bi kontrola hukûmetê hat kirin. Di rêveberiya Erdogan de ev rê û rêbaz hatin rewakirin.

Dewleta Tirk li dinyayê tecrîd bûye, ji pêvajoya Yekîtiya Ewrûpayê hat derxistin û niha tenê PDK dostê wê ye. PDK bi dijminê sereke yê Kurdan re peymanên stratejîk îmze dike. Vê hevkariyê jî diparêze.

Berdevkê hukûmeta Başûr Cotyar Adil di 25’ê Gulana 2021’ê de axivî û got di warê aborî, çandî, siyasî û berjewendiyên hevpar de bi Tirkiyê re xwedî têkiliyên germ in. Piştre jî digot PKK zerarê dide Başûr û divê ji vê axê were derxistin. Îro di navbera malbata Erdogan û Barzanî de şirîkatiya tîcarî heye. Di serî de diziya petrolê, veşartina perê reş heye. Zêrên Îranê di ser Hewlêrê re dibin Tirkiyê, berhemên dîrokî yên Iraq û Sûrî direvînin Ewrûpayê. Tiştên ku Cotyar Adil behsa wan dike ev bûn.

Berjewendiyên wan ên siyasî jî dijminatiya li PKK’ê ye. Rêveberiya PDK’ê herî dawî jî dest bi firotina axê kir. Sefîrê Tirk ê li Hewlêrê ev yek eşkere kir. Ev agahî di rojeva Başûrê Kurdistanê de cih girt. Serokomarê Iraqê jî got ev yek sûcekî li dijî mirovahî û xwezayê ye. Ji bo vê yekê jî banga cezakirina sûcdaran kir. Rêveberê YNK’ê Sadî Ehmed Pîre jî anî ziman ku gelo kê ew erd firotine Dewleta Tirk.

Ji rayedarên PDK’ê Sefîn Dizeyî jî bersiv da û got li ser birîna daran agahiya wan heye û Dewleta Tirk ew agahdar kirine.

PDK ji aliyekî ve qala binpêkirina serweriya xaka başûr ji bo PKK’ê dike, lê li aliyê din axa Başûr difroşe Dewleta Tirk.

Ji bo vê yekê şerê li Başûr mirov nikare wekî şerê navbera Kurdan bi nav bike. Ev yek mijarê berevajî dike. Ev yek rastiya şerê heyî vedişêre. Her wiha hevkariya PDK’ê bi Dewleta Tirk re vedişêre. Kî dibêje ev şerekî navxweyî ye nerazîbûn û hêrsa gel kêm dike. Ji ber ku ev şerê li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk e û şerê parastina axa Kurdistanê ye.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv