Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Weysî Tallî: Sembola xweragirtî û berxwedanê: Mexmûr!

 

WEYSÎ TALLÎ / WELAT
SEMBOLA XWERAGIRTÎ Û BERXWEDANÊ: MEXMÛR !

Niha Mexmûr tevî her cûre êrîş û zextên dijwar jî nêzî 15 hezar kesî, bi sîstema xwe, bi şêwazê xwe yê jiyanê, tevî hezaran kîlometre ji Tirkiyeyê dûr e jî, lê dîsa faşîzma neviyên ên salên 90’î wan ji mal û milkên wan derxistî, şer dike û li ber xwe dide.

Gelo yên kalikên wan nekarî vî gelî wê neviyên wan çawa bikare? Gelo çima kalikên we nekirî hûn ê îro bikin? Serî li ber vî gelî bidin tewandin û teslîm bigirin. Hûn ê bi kuştin, bi qirkirin, talan, wêranî û bombeyan bikin? Va bi sedan carî kalikê we kir, lê tu fêde neda. Berovajî bihêz kir, bi vîn û xurtir kir.

Berxwedan û têkoşîna vî gelî ya 22 salî Erdogan îro dixe nava tirs û fikarê. Di roja îro de wê Erdogan ji ya bûyî zêdetir çi bike? Vî gelî çi maye nedîtî ku hûn bikin? Her tişt we kir, her tişt. Tişta nû hûn bikin nîne. Tişta nû ev gel jî bike nîne. Jixwe ya heta niha kirî li ber çavan e û wê dewam jî bike. Heta niha ji salên 90-2000 û heta 2010-2020’ê, îro ji her demê xurtir û bi biryardartir in. Ji bo gelek wiha tu rêbazek nîne ji ya wê bide vegerandin. Divê ev yek êdî bê famkirin.

Tu hincet nîne ku êrîşî Mexmûrê bê kirin. Hincet û armanca esasî modela modernîteya demokratîk a Rêber Apo ya li Mexmûr ji bo civaka kurd-kurdistanî û cîhanê bûyî mînak e. Armanc, têkbirina berxwedana tevî ji welat dûr û her demê li dijî dijmin bûye xwedî helwest û serî li ber nedanî ye. Vî gelî bi sekn û berxwedana xwe bi kîlometreyan ji Tirkiyeyê dûr, ew tengav kir û bû kelemek kete qirika wan. Bû bendek kete ber sînga wan.

Ji sala 2017’an bigire heta 5’ê Hezîrana 2021’ê bi dehan car bi balafiran û destê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gelê Mexmûrê hatiye kirin, bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne. Di her êrîşê de ev gel zêdetir hev girtiye û li ber xwe daye. Ji bo wê ye ku gefên tên kirin, tu encamek nîne.

Êrîş bi çi rengî bê kirin jî, vî gelî dema ji mala xwe derketî, biryar dan û hê jî li ser wê biryarê ne. Xwedî doz in, ji bo vê dozê zarokê xwe dane û divê doza zarokên xwe bi ser bixin. Çawa dibe bila bibe, berdêl çi dibe bila bibe, hemû dane berçavan û wisa derketine rê. Tişteke ku winda bikin tune. Lê yê winda bike, wê faşîzim be, dagirkerî, hevkarî û xiyanetkar bin. Di vê warî de ezmûn û berxwedana Mexmûrê li holê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv