Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ferda Çetîn: Amerîka û Ewrûpa destek didin çete û mafyayan

 

FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
AMERÎKA Û EWRÛPA DESTEK DIDIN ÇETE Û MAFYAYAN

Gelê Kurd, Dayikên Şemiyê, Komeleya Mafê Mirovan, Sosyalîst û Demokrat ji berê de têkiliyên dewlet, mafya û siyasetê dizanin. Ew dizanin ku pevçûna navbera Suleyman Soylû û Sedat Peker ne yek ji hezarî ye.

Têkiliyên Dewleta Tirk ên mafyayê bi Sedat Peker û Alaattîn Çakici dest pê nekiriye. Di dema belavbûna Dewleta Osmanî de ev hebû. Ev kevneşopî ji wê demê ve dewam dike. Koka wê diçe heta Cemiyeta Îttihadî Osmanî ya sala 1889’an. Sala 1911″an Teşkîlatî Mahsûs jî avabûna wê mafya û çetewarî ye.

Têkiliyên Dewlet, Mafya û Siyasetê li ser pîrozbûna Dewletê meşiyaye. Li pişt Dewleta heyî hêzek veşartî karê îstîxbarat û rêxistinkirinê dimeşîne. Armanca wan xelkên ne Tirk û Misilman qir bikin. Muxalifan têk bibin. Ev rêxistin li derveyî qanûnan e. Li cem dadgeh û polîsan jî ceza ji wan re tineye. Bi karê eroîn û kokaînê mijûl dibin. Mirovan dikujin, bazirganiya çekan dikin û dest datînin ser avahî û benderan.

Hin caran ji van rêxistinan re digotin Dewleta Paralel, hin caran jî Dewleta kûr. Rayedarên Dewletê car caran hebûna vê rêxistinê qebûl kirine. Kenan Evren digot Dewleta kûr tineye. Suleyman Demîrel jî digot Dewleta kûr Dewlet bi xwe ye. Tansû Çîller jî digot kî ji bo vê Dewletê fîşekekê biteqîne ew bi namûs e.

Tifaqa Dewlet, Mafya û Siyasetê ji avakirina komarê heta niha Dewleta kûr e. Îro jî rêveberiya Erdogan, Mehmet Agar, Sedat Peker, Alaatîn Çakici, Kurşat Yilmaz, Dewlet Bahçelî û Suleyman Soylû bi hevre nûnertiya wê dikin.

Di dema desthilatdariya AKP’ê de rêxistina mafya û Dewletê bi navê SADAT, Ocaxên Osmanî, Bekçiyên taxan derketin pêş.

Dema ku Sedat Peker ji çeteyên DAIŞ’ê yên Efrînê re alîkarî dişand her kesî dizanîbû. Îro jî rojnameyên New York Times, Le Monde û Washington Post vîdeoyên Sedat Peker belav dikin û nûçeyan çêdikin. Çapemeniya Ewrûpa û Amerîka jî wilo dike. Dewletên wan welatan rastiya Dewleta Tirk dizanin.

Wan Dewletan dît ku ew Dewleta mafya hevkarê DAIŞ’ê ye û Kurd çawa li dijî Dewleteke wiha şer dikin. Yên vê rastiyê dibînin destekê didin wê Dewleta mafya û çete.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv