Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bedran Dere: Rûreşiya Kurdan

 

RÛREŞIYA KURDAN
BEDRAN DERE / DIYARNAME

Di vê sedsala 21’ê de ti dewlet, ti pergal nikare gelê me bi jin û zarokan ve mehkûmê heqdestek belaş bike. Ne tenê kurd ti kes divê vê muameleya dij însanî qebûl neke. Pirsa esasî di vê derê de ye: em çima mecbûr mane vê koletiyê qebûl bikin.

Mirovên Îzmîr, Trabzon, Edeneyê çima nayên Riha, Amed û Wanê di zeviyên me de wekî “karkerên demsalê” naxebitin. Ma erdê wan ji yên me dewlemendtir e?

Ka bala xwe bidin deşta Mûşê, aliyek digêhêje Solxanê aliyê din heta Wanê dirêj dibe.

Di nav re çemê Mûradê û bi dehan çemên din li hev ba dibin, diherikin, ji cur bi cur nebatên wê re dibin ab-i heyat.

Eger xwediyê deşta Mûşê hebe, berhemên wê têra heft diwalan dikin. Dîsa keziyên Dîcle û Firatê wekî sifreyeke îlahî ye li pêş gelên Rojhilata Navîn raxistiye. Helbet eger xwedî lê were derketin. Yên bawer nakin bila li Hollandayê binêrin.

Bi erdê xwe yê bi qasî wîlayetek Kurdistanê, ev welatê piçûk pêdiviya sebzeya temamê Ewropayê temîn dike. Em vegerin ser mijara “karkerên demsalê”. Dîmenên ku her sal derdikevin holê her kesên xwedî wijdan aciz dike.

Perîşanî ji derketina malê dest pê dike, di rêwitiyê de qeza, bela, hemû şertên xirab yên jiyanê li benda wan in. Zarokên ku bi malbatên xwe re diçin, ji perwerdê bêpar dimînin.

Bi destpêka demsalê re, qismekî malbatan ji bajarên cuda yên bakurê Kurdîstanê, bi jin û zarokan ve diçin bajarên cuda yên Tirkiyeyê. Qismekî wan di konan de, qismekî wan di xirbeyan de dijîn.

Li wan deran şertên xirab yên hijyenê, kêmasiya av û elektrikê, birçîbûn, westan, nexweşî di asteya herî jor de ye.

Piraniya wan berî derketina rojê saet di 4-5’ê sibê de diçin nava zeviyan heta 9’ê şevê kar dikin. Yanî 16-17 saetan bi navberên pir piçûk, di xizmeta xwedî zeviyan de ne. Heqdestê mêran herî zêde 150 yê jinan jî ji 100 lireyî derbas nabe.

Berê ku bala me biçe ser firqiya navbera yewmiya jin û miran, gelo bi vî pereyî mirov di şertên Tirkiyê de çi dikare bikire?

Pîvana min dîsa goşt e. Xebatkarek demsalê, di berdêla 17 saetên xebatên xwe de ancax dikare 2 kîlo goştê sor bikire.

Mîna ku ev ne bes be, pir caran ji ber axaftina kurdî yan jî ji ber guhdarîkirian muzîka kurdî dibin hedefa êrîşên nijadperstan. Nimûneya hovîtiya li Sakarya û ya Rîzeye, zû bi zû nayê ji bîr kirin. Ma ev ne koletî be, çi ye?

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv