Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: ENKS aligirê yêkitiyê ye? 01.03.2021

 

FELEMEZ ÛLÛG / XWEBÛN
ENKS ALÎGIRÊ YEKÎTIYÊ YE?

Di encama niyeta baş a Tevgera Civaka Demokratîk û Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd de, ji bo bi ENKS’ê re lihevhatin çêbibe û li rojavayê Kurdistanê yekrêziya partiyên kurd bê avakirin, bi israr xebat hatin kirin. Tevî hemû hewildanên erênî yên PYNK’ê jî ENKS’ê nikare di asta tê xwestin de, tev li vê xebatê bibe. Sedema vê jî bêguman dewleta tirk û PDK ye. Ji ber ku ENKS bi van aliyan ve girêdayî ye, ne gengaz e bikaribe ji bo pêşxistina yekrêziya kurd xebatek erênî bide meşandin.

Niha hin alî bi zanebûn nîqaşên gera sêyemîn a danûstandinên PYNK û ENKS’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixin rojevê. Ev guhertina rojevê ye. Bêguman ji bo yekitiya neteweyî ya kurdan gavên girîng hatine avêtin, lê ne ENKS û ne jî PDK’ê girîngiyek pêwîst nedan van bang û daxwazan. Dert û daxwazên wan ew in ku destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin, mîna başûrê Kurdistanê bên parkirin.

Bêguman divê hemû partî û saziyên kurdî bi erka yekitiya neteweyî rabin. Divê gavên bên avêtin li gorî berjewendiyên gelê kurd bin. Lê çawa ku li başûrê Kurdistanê PDK li pêşiya yekitiya neteweyî asteng e, li rojavayê Kurdistanê jî ENKS bi heman erkê radibe û niyeta baş a PYNK’ê pûç dike. Ev her du alî jî li gor perspektîfên MÎT’a tirk tevdigerin û nêzî mijarê dibin. Lewma nêzîkatî û helwesta wan jî nabe kurdistanî. Divê destkeftiyên şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê werin parastin û herêmên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin werin azadkirin. Li gor vê daxwaz û hêviyên gelê kurd ji ENKS’ê ew e ku li gor vê rastiyê nêzî xebatên yekrêziya neteweyî bibe. Lewma divê beriya her tiştî li hemberî neyarên gelê kurd xwedî helwest be. Bêguman ev hewldanên yekitiya neteweyî yên di navbera PYNK û ENKS’ê de, ji bo siberoja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir bi qîmet in. Lê divê baş bê zanîn ku mîna her netewe û civakê, gelê rojavayê Kurdistanê jî mafê xwe heye ku çarenûsa xwe ew bixwe tayîn bike. Ji bo vê jî lihevkirina aliyên kurd bi qîmet e, lê şantajên ENKS’ê yên li ser îradeya siyasî ne çêker in.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv