Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aldar Xelîl: Çeka avê ya Tirkiyê û durûtî 01.03.2021

 

ALDAR XELÎL-RONAHÎ
ÇEKA AVÊ YA TIRKIYÊ Û DURÛTÎ

Destwerdana Trikiyê li herêmê tenê di warê cografîk de bi sînor nîne, ew herî zêde plan dike ku dewlemendiyên welatan bixe bin kontrola xwe. Bi vê yekê jî hewl dide van dewlemendiyan weke çeka herî bi bandor li dijî gelan bikar bîne.

Tişta îro di mijara avê de xwe dide der mînaka herî ber bi çav e. Ji bilî destwerdana wê ya li Bendava Nehdayê û kûrkirina aloziya di navbera Misir, Sûdan û Etyopyayê de, siyaseteke bi heman rengî li Iraq û Sûrî jî birêve dibe.

Bi kontrolkirina avên Firat û Dicle ku rehên jiyanên ji bo hewrdû welatan e, bi awayekî eşkere peymanên navneteweyî binpê dike.

Wek tê zanîn li ser van herdû avan 7 bendav hene û erdeke berfereh xwedî dikin. Li gel vê yekê Dicle û Firat çavkaniyên herî mezin ên hîlberîna enerjiyê ne.

Niha Tirkiyê li hemberî aloziyên siyasî û aborî, kontrolkirina van avan weke çeka herî mezin bikar tîne. Di heman demê de 2 peymanên parvekirina avên Dicle û Firatê yên salên 1982 û 1986’an di navbera Şam, Bexda û Enqerê de hatibûn mohrkirin jî binpê dike.

Bi ser de niha beşek ji axa Sûrî dagir kiriye, li Iraqê mijara avê weke gefa li hemberî bidstxistina petrolê bikar tîne. Bi taybet piştî avakirina “Bendava Atatûrk” êdî jiyana bi mîlyonan kesên li Iraq û Sûrî bû mehkûmê siyaseta avê ya Tirkiyê.

Û di encamê de zerarke mezin li berhemên çandinî û hilberîna enerjiya elektrîkê bû. Niha dema mirov li deştên derdora herdû çeman dinere, dibîne bê zûhabûneke çawan ji ber siyasetên Tirkiyê li erd û zeviyan daye.

Li gorî peymana sala 1987’an, pêwîst dikir ku serê her saniyê 500 metre-kûp av bibe apra Sûrî, lê niha ev yek daketiye 200 metre-kûp. Iraq jî tenê dikare ji sedî 60’ê avê bidest bixe.

Tevî ku vê yekê rê li ber mexdûriyeta bi mîlyonan kesî vekir jî lê cîhanê her xwe li bêdengiyê danî ye.

Ev bêdengî ne tenê li hemberî mijara avê ye, di heman demê de li hemberî siyasetên kuştin, koçberî, astengkirina çareseriyê û destekdayîna Tirkiyê ya ji bo terorê jî dewam dike.

Îro li gelek deverên Sûrî ala Tirkan hatiye bilindkirin. Başe li hemberî van êriş û destwerdanên Tirkiyê, ew çi hewldanên çareseriyê ne ku behsa wan têkirin?

Li hemberî van siyasetên dewleta Tirk, yekane rêya rast hevgirtina hêzên netewî û hemû gelên Sûrî ye. Eger gel li dora yek projeyê bibe yek wê karibe xwe ji bindestiyê rizgar bike. Bi ti awayî nabe ku Tirkiyê weke dostê gelên Sûrî bê dîtin.

Tirkiyê ku siyaseta avê li hemberî gelên Sûrî weke çek bikar tîne, ew bi xwe dijminê gelan ê herî mezin e. Di siyaseta qirkirina siyasî, aborî û leşkerî de berdewam e.

Lewma her çi kesê li hemberî Tirkiyê xwe bideng bike, dibe hevkarê van siyasetan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv