Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ulug: ‘Durûtiya li hember DAIŞ’ê’

 

DURÛTIYA LI HEMBER DAIŞ’Ê
FELEMEZ ULUG / XWEBÛN

20’ê Çileyê bi şev, çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî plankirî êrişî Hesekê kirin. Armanca êrişê, ji girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêranê revandina bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê bû. Derket holê ku DAIŞ’ê demeke dirêj amadekariya vê êrişê kiriye û ji bo wê jî li herêmê şaneyên veşartî û cebilxane bi cih kirine. Di salvegera êrişên li ser Efrînê de şaneyên veşartî bi awayekî hemwext ketin nava liv û tevgerê.

Piştî DAIŞ ji aliyê QSD’ê ve têk çû, ev cara yekem e ku êrişeke wisa berfireh û bi plan bipêş dixe. Lê derket holê ku ev êriş li herêmên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin plana wê hatiye kirin. Beriya vê erişê bi çend saetan dewleta tirk a dagirker êriş bir ser rêya M-4 û Eyn Îsayê. Herêmên Til Temir û Şêrawa jî bê navber hatin topbarankirin.

Di van êrişan de armanc ew bû ku bala QSD’ê belav bike. Di şeva heman rojê de komên çete bi awayekî hemwext li dijî girtîgeha Sinaa ketin nava êrişê. Yekem armanca vê êrişê her çendî revandina endamên DAIŞ’ê be jî dewletên ji hebûna Rêvebiriya Xweser nerihet, xwestin ku li herêmê bê îstikrariyê û aloziyê çêbikin. Xwestin bi vê yekê Rêvebiriya Xweser bêhêz û lewaz bidin nîşandan û ji bo êrişên nû bingehê ava bikin.

Bi vê êrişê, serî de dewleta tirk, rêvebiriya Şamê û Rûsya jî li dijî Rêvebiriya Xweser ketin nava propagandaya reşkirinê. Her çiqas girtina van çeteyên radîkal û ewlekariya girtîgeha Sinaa, ne di bin berpirsyariya QSD’ê tenê de be jî, muxatab tenê QSD hat nîşandan. Li hemberî vê rewşa kambax koalîsyona navneteweyî ya ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de her dem pişta xwe bi QSD’ê xurt dikir bêdeng ma.

Li 7 girtîgehên herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nêzî 12 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên ji 54 welatê cuda dimînin. Her wiha, bêtirî sedhezar alîgirên DAIŞ’ê ku piraniya wan malbatên çeteyane li 14 kampên cuda dimînin. Ji van kampan ya herî mezin jî kampa Holê ye.

Di serî de QSD’ê ji ber barê giran ê xwedîkirina bi deh heza‐ran çeteyên DAIŞ’ê di zindan û kampan de bang li welatên rojava kir ku welatiyên xwe, çeteyên DAIŞ’ê paş de vegerînin. Birîtanya û Almaniya bersiva vê bangê dan û bi derxistina yasayeke ji bo betalkirina hemwelatîbûna van endamên DAIŞ’ê dan û gotin ku divê li Fransa endamên DAIŞ’ê, heta welatiyên wan jî li cihê ku sûc kirine, bên dadgehkirin. Bi gotineke din, ji berpirsiyariyê reviyan.

Banga duyemîn a girîng ya QSD’ê avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên di destê wê de bû. Ev bang jî heta niha bêbersiv maye. Jixwe, li herêmê welatên ku muxatabê vê pirsgirêkê ne, ji bo serweriya xwe li ser îradeya gelan, bi taybet jî rola Rêvebiriya Xweser lewaz bikin guh nadin van bangan û xwe kerûlal dikin. Berî ku em bi dawî bikin, divê were zanîn ku tişta li Hesekê qewimî encama lîstikên li ser herêmê tên meşandin e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv