Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Faruk Sakik: ‘Pêşdîtinên Ocalan…’

 

PÊŞDÎTINÊN OCALAN…
FARUK SAKIK / RONAHÎ

Di destpêka salên 1980’yî de li Tirkiyê gelek rêxistinan ji ber darbeya leşkerî berê xwe dan Rojhilata Navîn. Di wê demê de şerê Filistîn û Israîlê jî hebû. Ev rêxistin dixwestin di nav vî şerî de xwe biparêzin, an jî ji nû ve xwe birêxistin bikin. Ji van rêxistinan gelekê wan li vê derê û hin wan jî derbasî Ewropa bûn û li wê derê heliyan.

Lê Ocalan bi tedbîr, bi startejiyeke cuda, bi têkiliyên diplomatîk, di mayina Rojhilata Navîn de, israr kir.

Piştî şerê Libnanê bi dawî bû, ew jî derbasî Sûriyê bû.

Sal derbas bûn hat îspatkirin ku Ocalan Hafiz Esad bi kar aniye. Herkesî Ocalan mafdar dît û hebûna wî ya li Sûriyê di cîh de dîtin. Hêzên komploger jî ev yek dîtin û ji bo ku wî ji Sûriyê derxin ketin nav hewldanan. Ocalan dema dît ku hebûna wî ya li Sûriyê êdî mîsyona xwe temam kiriye û mayîna wî ew ê zirar bide doza Kurdistanê, ji Sûriyê derket.

Îro eger Ocalan azad bûya û ev şerê Rojhilata Navîn jî dewam bikira, wê pêşî li gelek karesetên ku diqewimin bigirta. Wê ji bo parastian Rojava gelek xebatên siyasî yên encamgir pêk bianiya.

Me pêşdîtinên Ocalan di berxwedana Kobanê de dît. Kobanê li ber têkçûnê bû, Ocalan li Îmraliyê perspektifên parastina Kobanê da. Li ser vê yekê li Bakurê Kurdistanê serhildanan dest pê kir û hemû gel ber bi Kobanê ve herikî. Li Pirsûsê eniyeke sivîl hebû û wek eniyek li pişt şer aktîf bû. Cîwan, kal, zarok, jin derbasî Kobanê dibûn û şer dikirin. Berxwedaneke mezin hebû.

Ev berxwedan û ev hêz ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hat dîtin û xwestin di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de, li kêleka Kurdan cîh bigirin. Rojek me dît ku balafirên xwe rakirin û tevlî berxwedana Kobanê bûn.

Ji xwe hêzên komploger ev yek dîtin û di komployê de israr kirin. Ji AKP’ê xwestin tecrîdê girantir bike dengê Rêber Apo negihîje derve. Di vê pêvajoya tecrîdê de, DAIŞ ji nû de bi rêxistin kirin û berê wê dan Hesekê. Lê şervanên kurdan pêşdîtina Ocalan a ji bo Hesekê jibîrnekiribûn.

Rêber Apo di hevdîtina 3’yê Nîsana 2013’an de ji Şandeya Îmraliyê re wiha dibêje: “Ez ji bo Hesekê dibêjim. Ev gelek girîng e. Ger wê derê bi dest bixin dê komkujiyê bikin. Heke Hesekê ji dest biçe, ev berpirsyariya wan e. Divê ji bo Hesekê jî hêzeke xweparastinê ava bibe. Ne tenê Kurdên li wir, hewce ye Ereb û Suryanên li wir jî bên parastin.”

Şervanan jî ev yek kirin û pêşî li hewldanên DAIŞ’ê yê dagirkirina Hesekê girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv