Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: ‘Sala şer, berxwedan û krîzê…’

 

2021: SALA ŞER, BERXWEDAN Û KRÎZÊ…
FEHÎM IŞIK / WELAT

Sala 2021 qediya. Êdî saleke nû destpê dike. Eger ji min bipirsin, kîjan ‘bûyeran’ mora xwe li sala 2021’ê da; bersîva min aşkere ye: Yek berxwedana bê hempa û berdêlgiran a şervanên kurda ye. Duyemîn jî, krîza aborî ye.

Di destpêka sala 2021’ê de dewleta tirk êrîş bir ser Garê. Ev êrîş di 10’ê sibatê de destpê kir, 14’ê sibatê bi hezîmeteke mezin dawî bû. Dewlet ji êrîşa xwe encam negirt, 13 dîlên di destê PKK’ê de bûn kûşt û revî revî ji Garê derket.

Piştî vê hezîmetê êrîşa duyemîn a dewleta tirk di 24’ê Nisanê de destpê kir. Tam di salvegera jenosîda Ermeniyan de, leşkerên Tirk berê xwe dan Avaşîn, Zap û Metînayê. Ev êrîş hê jî didome. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, çendîn car di der haq êrîşan de ji raya giştî re axivî. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê gelek car di der barê êrîşên dewleta Tirk de agahî da. Gelek dîmenên şer hatin weşandin. Eşkere bû ku dewleta Tirk roja ewil xwe li ser kîjan girê bi cî kiriye, hê jî li wan dera ne. Berxwedana gerîla ew derfet nedaye ku armanca xwe pêk bînin.

Gelo, dagirker amanca xwe bi cî bianiya ew ê çi biba?

Aşkere ye! Berî her tiştî Erdogan, ew ê dîktatoriya xwe mayînde bikira. Dawî bi daxwaza Kurda bianiya. Êdî ti Kurdek nekarîbûya bi hêsanî doza mafê xwe bike. Ango ew ê plana tinekirina Kurda, ‘plana çok danînê’ bihata cîbecîkirin.

Berxwedana şervanên Kurd, di 2021’ê de pêşî li vê planê girt.

Encamên berxwedanê xwe di krîza aboriyê de eşkere kir. Di dawiya salê de lîrayê Tirk nabêna çend rojan de nêzî sedî 50 bêqîmet bû. Erdogan ji bo pêşî li krîzê bigre hinek dolarên ku berê bi rêya çeteyên xwe yên sermayedar dizî bû, da piyasê. Ew jî têr nekir. Niha lîrayên Tirka her diçe dîsa dibe pûl. Xizanî zêde dibe. Gel nikare nan bibe mala xwe.

Di 2022’yan de karê herî girîng ew e ku têkîliya şer û aboriyê zêdetir were eşkerekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv