FAŞÎZMA LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK
NAVÊN ÊŞKENCEKARÊN LI ZÎNDANA PANOSÊ MUSTAFA KILIÇ Û MIKAÎL ANÛK IN
8’ê Nîsanê li zîndana Panosê Tîpa L li dijî girtiyên siyasî êriş pêk hat.
Girtiyên bi navê Bîlal Babahan, Vedat Kalin û Ferît Kaşçi di êrişê de birîndar bûn.
Girtiyê ji zîndanê Ersîn Aslan qala roja êşkenceyê kir û navên êşkencekaran ragihand.
Li gorî agahiyan di êrişê de ji du cihên cûda yên laşê Bîlal Babahan şikestine.
Ersîn Aslan ji zîndana Panosê ev agahî dan:
Girtiyê ji zîndanê radigihîne, ku serkêşê êşkencekaran mudurê zîndanê Mustafa Kiliç û sergardiyanê bi navê Mikaîl Anûk in.
Girtiyên li zîndanê di serî de xelkê Panosê, bang li her kesî dikin ku bi xwedîderketina li girtiyên siyasî hesab ji êşkencekaran bipirsin.