Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG’ê 3 şehîdên sala 2020’an bi bîr anîn.

 

 

ŞEHÎDÊN TÊKOŞÎNA AZADIYA KURDISTANÊ
HPG’Ê 3 ŞEHÎDÊN SALA 2020’AN BI BÎR ANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 3 şehîdên sala 2020’an bi bîr anîn.

HPG’ê bi bîr xist ku sala 2020’an tevgera azadiyê li dijî dagirkeriya Tirk ketiye şerekî giran û got…

Di vê pêvajoya şer a giran de hevrêyên me Delîla, Mawa û Cesûr ên pêşengî ji têkoşînê re dikirin şehîd bûn.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Pelda Încî bi nasnav Delîla Argeş li Amedê ji dayik bûye û 15’ê Hezîrana 2020’an li Gabarê şehîd bû.

PELDA ÎNCÎ
DELÎLA ARGEŞ
AMED
DÊ Û BAV: NÎLÛFER -SEDAT
15’Ê HEZÎRANA 2020’AN / GABAR

Hamza Yildirim bi nasnav Mawa Tolhildan li Batmanê ji dayik bû û 28’ê Hezîrana 2020’an li Kato Jîrka şehîd bû.

HAMZA YILDIRIM
MAWA TOLHILDAN
BATMAN
DÊ Û BAV: MAHFÎZE – MEHMET
28’Ê HEZÎRANA 2020’AN / KATO JÎRKA

Ferşît Îsazade bi nasnav Cesûr Rojhilat li Ûrmiyê ji dayik bû û 25’ê Gulana 2020’an li Xakûrkê şehîd bû.

FERŞÎT ÎSAZADE
CESÛR ROJHILAT
ÛRMIYE
DÊ Û BAV: MEDÎNE – XORŞÎT
25’Ê GULANA 2020’AN / XAKÛRKÊ

HPG’ê di daxuyaniyê de yek bi yek qala têkoşerî û şoreşgeriya şehîdan kir.

Hevrêya me Delîla li Amedê ji dayîk bû..

Ji ber ku di nav malbateke welatparêz de mezin bû, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir.

Di sala 2009’an de berê xwe da nava refên gerîla..

Li dijî dagirkeriya Tirk beşdarî gelek çalakiyan bû.

Dema DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, wê di nava hêza yekem a YJA-Starê cih girt û berê xwe da Şengalê.

Piştî erka xwe ya li Şengalê pêk anî derbasî herêma Gabarê bû.

Li her derê erk û berpirsiyariyên ketin ser milê xwe bi awayekî serketî bi cih anîn.

Hevereyê me Mawa jî li Batmanê ji dayîk bû.

Ferdekî ji eşîra Torî ya welatparêz bû.

Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Di şerê berxwedana rêveberiya xweser de birîndar bû û demekê li zindanên dewleta Tirk esîr ma.

Piştî hat berdan dîsa berê xwe da Çiyayên Azad ên Kurdistanê.

Tevî ciwantiya xwe, tecrûbeya bidest xistî hem li qada şer hem jî li qadên din bi hevrêyên xwe re parve dikir.

Hevreyê me Cesûr jî li bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê di nav malbateke welatparêz de mezin bû.

Bi hêrseke mezin a li dijî dagirkeran berê xwe da çiyayên Kurdistanê û beşdarî nava refên gerîla bû.

Li Zap û Xakurkê gerîlatî kir û di gelek çalakiyên serketî de cihê xwe girt.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî sersaxî ji malbatên şehîdan û welatparêzên Kurdistanê re xwest.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv