HEWLDANA DAGIRKIRINA KOMELEYAN
FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê 19 XALÊN PÊŞNIYAR-QANÛNÊ JI MECLÎSÊ DERBAS KIRIN
Faşîzma AKP-MHP’Ê pêşniyar-qanûna pêşîgirtina fînansekirina belavbûna çekên kuştinên tomerî, veguherand hewldana desteserkirina komele û weqfan.
Bi pêşniyar-qanûna hewl dide ji meclîsê re derbas bike, bê biryarên dadgeh, wê karibe komeleyan bigire û bi riya qeyûman rêveberiya wê desteser bike.
Her wiha kesên ji hin sûcan mehkum bûne, wê nikaribin di rêveberiyên komeleyan de cih bigirin û di her sê salan de carekê jî, wê karmendê dewletê komeleyan lêkolîn bike.
Di serî de HDP, partiyên mûxalefettê vê pêşniyar-qanûna AKP-MHP’ê wekî hewldana desteserkirina komeleyan û saziyên civakî dibînin û li dij derdikevin.
Lê belê komên AKP-MHP li meclîsê guh nadin û 19 xalên pêşniyar-qanûna desteserkirina komeleyan derbas kirin.