HEVKARIYA DEWLETA TIRK Û KOMÊN ÇETE
EKREM HISO: ARMANCA DEWLETA TIRK DORPEÇKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE
Roja 20’ê Mijdarê di necama zextên dewleta Tirk de Amarîka, Partiya Îslamî ya Turkmenistanê ji lîsteya terorê derxist.
Bi vê biryara Amerîkayê dewleta tirk a dagirker komên çete yên ji vê hizb û çeteyên Heyet Terîr El-Şam, li gelek deverên dagirkiriye bicîh kir.
Ev komên çete yên bi artêşa dagirker a tirk re tevdigerin, li Efrînê, Serêkaniyê û gelek deverêndin komkujî pêk anîn.
Niha jî ev komên çete bi destê dewleta Tirk, ji bo herêma başûrê Kurdistanê tên veguhastin.
Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ekrem Hiso, bal kişand ser vê mijarê.
Ekrem Hiso di nava gotinên xwe de îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi armanca dorpêçkirina Başûrê Kurdistanê komên çete derbasî herêmê dike.