Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Êrişî birin ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê: Endameke HDP’ê hate qetilkirin

Êrişkarê ku avêt ser avahiya HDP’ê ya Bajarê Îzmîrê, agir berda avahiyê û xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz ku li avahiyê bû, qetil kir.

Li gorî daxuyaniya HDP’ê, êrişkar agir berda avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û xebatkareke partiyê qetil kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi mehan e partiya desthilatdar, Wezareta Karên Hundir partiya me dikin hedef û ji bo provokasyonan hin malbatan bi rêxistin dikin, ber bi avahiyên me yên bajaran ve dişînin. Di encama vê yekê de îro serê sibehê saet di 10:30’î de li dijî avahiya partiya me ya Îzmîrê êrişeke çekdarî hate kirin.”

ÊRIŞKAR 35-40 SALÎ YE

HDP’ê diyar kir ku êrişkar 35-40 salî ye û ragihand, ku dema xebatkara partiyê Denîz Poyraz li hundirê avahiyê bû, avêt ser avahiyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Êrişkar gule li derdorê reşand û agir berda avahiyê. Demeke dirêj dest lê nehate werdan. Di êrişê de xebatkara partiya me Denîz Poyraz hate qetilkirin.”

Piştî ku êriş hate bihîst, xelk li dora avahiya navçeya Konakê li hev civiya.

ÊRIŞKAR Û YÊN BERPIRSYAR DIYAR E

HDP’ê provaya provokasyonê ya 16’ê Hezîranê di dema Doza Kûmpasê ya Kobanê de li Sîncanê hate kirin bi bîr xist û destnîşan kir ku ev êriş encama wê provokasyonê ye.

HDP’ê got, “Armanc û peyama ji êrişê diyar e. Yên ku ev provokasyona gelekî metirsîdar kirin, yên ku rê li ber vê bûyerê vekirin; desthilatdarî ye ku partiya me, rêxistinên me yên bajaran dike hedef; Wezareta Karên Hundir e ku provokatoran bi rê ve dibe.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv