Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Malatesta yê enternasyonalîst: Em ramanên Abdullah Ocalan jiyanî bikin

 

Têkoşer Malatesta yê enternasyonalîst got, ”Min Rêber Apo keşf kir û ji bo vê îdeolojiyê hatim Rojava. Ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ê ku parastina çewisandiyan dike, divê her kes têbikoşe.”

Şervanê enternasyonalîst Têkoşer Malatesta şervanekî Emerîkî ye û ev salek e di nav parastina Rojava de ye. Têkoşer Malatesta ku hê bi ciwanî dest bi xwendina nivîsên polîtîk îdeoloîk dike, diyar dike piştre ew ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike û got, ”Min Rêber Apo keşf kir û jê û pê de min gelek tişt dîtin ku di îdeolojî û têkoşîna îdeolojîk de nayê dîtin.  Siberojê em ê hebûna xwe ne tenê li Rojhilata Navîn bibin Ewropa, Emerîka û Emerîkaya Latîn.  Dewleta Tirk wê zêdetir nema karibe guh nede bangên ji bo azadiya Rêber Apo.”

Şervanê enternasyonalîst Têkoşer Malatesta dibêje sala 2020’an hatiye Rojava, sedema ku hatiye Rojava ew e ku îdeoloijiya li Rojava ne tenê ji bo Sûriyê û Rojhilata Navîn, ji bo Emerîka, Emerîkaya Latîn, Ewropa û deverên din ên cîhanê jî fersen de. Maltesta dibêje beriya bi çend salan dest bi xwendina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye, hê dema ciwan dest bi xwendinên polîtîk îdeolojîk dike, nivîsên anarşîst dixwîne û got, ”Min li Kropotkîn, Bakunîn û hwd. nerî. Ez li tiştekî wiha geriyam ku li serdema modern a weke salên 2020 û 2021’an were nerî. Min Rêber Apo keşf kir û ji vir û jê pê de min gelek tişt pê re dîtin ku di îdeolojî û têkoşînên din ên îdeolojî de pêşniyara wan nayê kirin. Mînak Rêber Apo di nivîsên xwe de bi kûrahiyên zextê ve dadikeve. Di dîrokê de bi paş ve diçe û dibêje, mirovê pêşî yê ku hatî çewisandin kî ye. Û em dibêjin, mirovê pêşî ku hatî çewisandin jin e. Bi vê em digihijin wê encama ku tevahiya mirovan di malê de hatine hepskirin. Û em dîrokê ji vir distînin û heta bi serdema modern tê.”

Malatesta bi berdewamî got wî di nav YPG’ê de dîtiye ku îdeolojiya pirengî, demokrasî û federalîzmê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandoreke çawa li ser tevgerê kiriye û li ser vê çawa YPG’ê ava bûye Malesta got, ”Ji çaxê ku hatim vir li gelek bajaran mam, hevalên min  ên şervan ên Ermen, Asûr û Tirkmen çêbûn. Gelek şervanan gotin beriya niha dema ku li nav artêşa Sûriyê peywirdar bûn tiştekî wiha ne pêkan bûye. Tenê bi Erebî dihate axaftin. Lê niha em gihaştine cîhaneke pirreng.”

Têkilî Kompoloya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Malatesta got, ”Girtina Rêber Apo ya bi komployeke navnetewî ya bi pêşengiya Emerîkayê ispata wê ye ku Rêber Apo di rastiyê ji bo tevahiya mirovahiyê têdikoşe. Rêber Apo ji bo hemû civakê têdikoşe. Em çima vê dibêjin? Ji ber ku dewlet, nexasim dewletên rojavayî û navendên wan ên kapîtalîst ango Emerîka û Ewropa, ev tenê li berjewendiya xwe, li berjewendiya burjuva û elîtan difikirin. Di vê pêvajoya komployê de hatin cem hev û pirsa Rêber Apo kirin û biryar li ser dan ku ew ji bo wan taloke ye. Gotin, ev ji bo me taloke ye. Her çendî li Kurdistanê şer bike, her çendî dijminê dewlta Tirk jî be, ew ji bo Emerîka jî taloke bû. Weke min gotî, Rêber Apo li dijî vê taloke bû.”

Malatesta wiha domand: ”Emerîkayê pêşengî li komploya li ser Rêber Apo kir û ji aliyê dewleta Tirk ve dagirbûna Rojava jî ji hêla dewleta Emerîkayê ve hate pejirandin. Ev jî nîşan dide ku dewleat Emerîkayê ne tenê dijminê gelê li nav DYE’yê ye her wiha dijminê gelên Rojhilata Navîn e jî. ”

Şervanê enternasyonal ê Emerîkî her wiha got, ”Ev komplo ne tenê dijî Rêber Apo ye, her wiha komployeke dijî kedkaran, hemû gelên cîhanê ye. Komployeke dijî wan hmeû kesan e ku ne di nav çînekê de ne.”

Malatesta got, ”Ne tenê ji bo ku ji hêla Tirkiyê ve hatiye girtin em azadiyê ji bo Rêber Apo dixwazin. Sedema ku em azadiyê ji Rêber Apo re dixwazin ew e ku temsîla tiştekî dike.  Ji bo ku temsîla têkoşîna gelê Kurd a dijî dewleta Tirk faşîst dike, ew tê girtin, ne ji sûcekî şexsî an jî diyar.

Di vê têkoşînê de divê em azadiyê ji Rêber Apo re bixwazin. Halê hazir dewleta Tirk tevgera me ji nedîtî ve tê. Hûn êrîşên dawî yên li ser Rojava û Başûr dibînin. Dewleta Tirk têkoşînê înkar nake. Siberojê em ê hebûna xwe bibin Ewropa, Emerîka, Emerîkayê Latîn jî. Êdî dewleta Tirk wê zêdetir nikaribe bangên ji bo azadiya Rêber Apo bêbersiv bihêle û xwe nebihistî bike.”

Şervanê enternasyonal ê Emerîkî Têkoşer Malatest herî bang li şoreşgerên cîhanê, Emerîkaya Latîn, Emrîka, Ewropa, Efrîka û Asyayê kir ku tenê bi xwendina Rêber Apo nemînin her wiha ramanên Ocalan li jiyana xwe jî bBînin, fêhm biki ku pergala zextê çawa ava bûye û di li jiyana xwe binerin û got, ”Û heke vê bibînin divê werin tevlî tevgerê bibin û bi pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo re, li Kurdistanê ji bo şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixebitin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv