ÊRIŞA LI LYONÊ BI MEŞEKÊ HAT ŞERMEZARKIRIN
POLÎSÊN FRANSAYÊ XWE LI ÇALAKIYÊ NEGIRT Û ÊRIŞÎ ÇALAKGERAN KIR
Li bajarên Fransa Lyonê komeke nijadperest ên AKP-MHP’î êrişî Komela Çanda Kurdî ya Lyonê kir.
Ev êrişa nijadperest li heman bajarî bi meşekê hat protestokirin.
Bi hezaran kes di meşê de êriş şermezar kir û dilsoziya xwe ya bi PKK’ê re bi dirûşmên xwe nîşan da.
Polîsên Fransayê xwe li meşê negirt û bi gazên îsotê êrişî çalakiyê kir.
Çalakgeran li gel êrişê jî bi biryardarî çalakiya xwe domand.
Çalakgeran piştî meşê daxuyanî da û wiha gotin:
Êrişên nijadperest û faşîst wê nikaribin pêşî li têkoşîna azadiyê bigirin.
Çalakgeran helwesta polîsê Fransayê ku bi tenê li êrişê temaşe kir jî bi zimanekî tund rexne kir.