Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Erdogan xulamtiyê pêşniyazê Amerîkayê kir

 

HEVDÎTINA BIDEN Û ERDOGAN
ŞEFÊ TIRK XULAMTIYÊ PÊŞNIYAZÊ AMERÎKAYÊ KIR

Serokê dewleta Erdogan, bi mehane li bendî firsendekê bû ku xwe bigihîjîne Joe Bîden.

Ji bo randevûyek bi destxe, wî qenalên fermî û ne-fermî heta dawiyê bi kar anî.

Lê Bîden xwe giran kir û ji bo hevdîtinê, Civîna NATO ya li Brukselê nîşan da.

Erdogan beriya vê civînê mesajên diyalogê da û xwest îmajeke pozîtîf ji xwe re çêbike.

Helbet di bin gotinên dîplomatîk û mesajên sexte yên aramiyê de, ajandeyek qirêj hebû.

Erdogan, wekî her car, vê carê jî di berdêla nokeriya Amerîkayê de, xwest tekoşîna Kurd li ber çavên Amerîkayê reş bike.

Û ji bo vê, plana parastina Balafirgeha Kabîlê ya Afganistanê anî ser maseyê.

Li gorî vê plana sosret, piştî vekişîna koalîsyona navneteweyî ji Afganistanê, wê artêşa tirk rola cendirmetiya koalîsyonê bigire ser xwe.

Erdogan îcar sergirtî neaxîvî û rasterast got, ew li Afganistanê, ji bo xizmeta Amerîka û Yekitiya Ewrûpayê amade ne.

Bi van gotinan, Erdoganê ku çendekî berê xwe wekî lîderê wêrek ê alema Misilman nîşan dida, bi destû xwedawî li vê efsaneya li ser derewan hatibû amadekirin anî.

Civîna Bîden û Erdogan ji çapemeniyê girtî hat lidarxistin û encamên wê nehatin ragihandin.

Lê ji gotinên Erdogan ên piştî civînê diyar dibe, wî di berdêla rola nokeriyê de tiştekî kêrhatî bi dest nexistî ye.

Erdogan civîna bi Bîden re wekî “ji dil û berhemdar” bi nav kir lê digel vê jî nikaribû yek detayek derbarê serfiraziya civînê de ji rojnamevanan re vebêje.

Wî bi tenê dikaribû bêje, têkiliyên dualî wê bên zindîkirin û mekanîzmayên herêmî yên şêwrê bên damezrandin.

Herçî Bîden e, wî jî derbarê naveroka civînê de tiştekî ku bi kêrî dewleta tirk were negot.

Serokê amerîkayê jî civînê wekî “berhemdar” bi nav kir ku ev jî peyveke dîplomatîk e û hema hema ji bo gelek civînan tê bikaranîn.

Wisa xuya ye, wê têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê wê ji îro pê ve tu carî venegere dema serokê berê Donald Trump.

Lewma jî Tirkiyeya ku di bin rejîma Erdogan de hatiye ber sînorên hilweşînê, wekî ji civîna duh jî nîşan dide, wê bi riya xulamtiya dema nû, jinûve têkeve bin kontrola Amerîka û Yekitiya Ewrûpayê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv