ALDAR XELÎL:
DEWLETA TIRK BI PIŞTGIRIYA NATO’YÊ ÊRIŞ DIKE
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD Aldar Xelîl têkildarî geşedanên siyasî û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê ji ajansa ANHA’yê re axifî.
Aldar Xelîl di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gerîlayê Kurdistanê û anî ziman ku êrişkariya dewleta tirk bi piştevaniya NATOyê bi pêş dikeve.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl dawiyê bal kişande ser nunerên PYDê yên ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin.