TÊKILIYÊN RÛSYA-TIRKIYEYÊ
PÛTÎN Û ERDOGAN ÎRO LI SOÇIYÊ CIVÎNEK LI DAR DIXIN
Erdoganê ku bi mehane li dora serokê Amerîkî Bîden digeriya, tiştekî bi dest nexist û dîsa hawara xwe gîhand Pûtîn.
Ev jî bû sebeb, deriyên Soçiyê ji hevdîtinan re careke din bê vekirin û îro her du alî li hev bicivin.
Beşeke mezin a ajandaya hevdîtinê ya Erdogan, ji hebûna dewleta Tirk a li Îdlibê pêk tê.
Rejîma Şamê bi desteka Rûsyayê xwe ji bo operasyona Îdlibê amade dike û ev jî dewleta Tirk dixe nava tirs û fikaran.
Enqere ji aliyekî ve dixwaze dagirkirina Îdlibê bidomîne û li aliyekî din jî naxwaze bi têkçûna xwe ya li vî bajarî, bi pêleke nû ya koçberiyê re rû bi rû bimîne.
Yek ji mijareke din a di ajandaya Erdogan de, bê guman domandina dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava ye.
Erdogan dixwaze bi desteka Rûsyayê pozîsyona xwe ya li Rojava mayinde bike û eger mimkûn be Eyn Îsa û Minbicê dagir bike.
Erdogan ji bo ajandaya xwe bi Pûtîn bide qebûlkirin, zext û şantaj jî tê de her rêûrêbazê diceribîne.
Serokê Tirk duh di axaftina xwe ya di civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, îlhaqa Kirimê ya ji aliyê Rûsyayê careke din red kir.
Erdogan dixwaze meseleya Kirimê li Soçiyê wekî şantaj bi kar bîne û bi vî awayî planên xwe yên qirêj bi Pûtîn bide qebûlkirin.
Herçî Pûtîn e, pir ne dilxwaze derbarê qedera Idlibê de bi Tirkiyeyê re muzakere bike.
Lewma jî taloqkirina operasyona Îdlibê ne tê de, îhtimal kêm e Pûtîn daxwazên Erdogan ê ji bo vî bajarî pêk bîne.
Li gorî daxuyaniya berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov, wê di hevdîtina îro ya li Soçiyê de ligel rewşa li Sûriye, Lîbya û Afganistanê, wê projeyên aboriyê yên di navbera her du aliyan de jî werin rojevê.
Tirkiye piraniya gaza xwe ya xwezayî ji Rûsyayê dikire û herwiha Moskow li başûrê welêt tekane santrala nukleer a Tirkiyeyê ava dike.
Lewma jî berjewendiyên li ser têkiliyên aboriyê hatine damezrandin, nahêle nakokiyên jeopolîtîk di navbera her du aliyan de berfireh bibin û derkevin asta krîzê.