LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
JINAN LI ARAUYÊ BI SAZIYÊN BAJÊR RE HEVDÎTIN KIRIN
Jinên Kurd ji bo balê bikişînin ser gazên kîmyewî û jehrî yên artêşa Tirk a dagirker li hemberî gerîla û gel, li Swîsreyê hin hevdîtin pêk anîn.
Jinan di heqê sûcên dewleta tirk de gelek belge û dîmen pêşkêşî saziyan kirin.
Li bajarê Swîsre Araûyê endamên Meclîsa Jin a Rojbîn di serî de Partiya Demokrat û Lîberal, Partiya Sosyalîst, Sendîakaya ÛNÎA, Ch Media Tv Araû, Heks û Reformîete Kîrch, bi gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl re hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtinan de hate gotin ku dewleta Tirk li Kurdistanê gazên bi jahr bi kar tîne û pêkanîna sûcên li dijî hiqûqa navnetewî û nirxên mirovatiyê didomîne.
Jinan dosyayên di barê bikaranîna gazên kîmyewî de amade kiribûn dan rayedarên saziyan.
Meclisa jinan plan kiriye ku di demekî nêz de van sûcên dewleta tirk li parlamena kantonê jî bîne rojevê û bi dezgehên çapemeniyê re rêze-hevdîtinan bike.