Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endamên Kampanya Aştî li Kurdistanê

 

 

PKK weke hêza herî mezin ya azadiya kurdan di listera terorê ya welatên ewropa de ye.

Ev yek gelek derdorên dostên kurdan aciz dike. Ew dixwazin ev neheqiya welatên Ewropî li kurdan dikin bi dawi bikin.
Endamên Kampanyaya Aştî li Kurdistanê ji Wezareta karê Derve ya Îngilistanê xwest PKK’ê ji lîsteyê derxe û ji bo azadiya lîderê kurdan Abdullah Ocalan bikeve nava tevgerê

ENDAMÊN KAMPANYA AŞTÎ LI KURDISTANÊ:
PKK’Ê JI LÎSTEYÊ TERORÊ DERXIN, DAWÎ LI NEHEQIYÊ BÎNIN

Kampanyaya Aştî li Kurdistanê ji Wezareta Karên Derve ya Ingilîz re nameyeke vekirî şand û xwest PKK ji “lîsteya rêxistinên terorîst” bê derxistin.

Di nameyê de nexasim jî îşaret bi rapora Koma Parlamenê a Partiyan Hemûyan a ji bo Kurdistan, Tirkiye û Sûriyê APPG’ê hat kirin.

Ji berdevkên Kampanyaya Aştî li Kurdistanê Melanie Gingell jî di amadekirina nameyê de bi rola sereke rabû.

Name li ser navê Christine Blower, endama Kameraya Lordan a Parlamena Brîtanyayê hatiye şandin.

Ew di heman demê de endama APPG’yê û ji endamên damezrêner ên Kampanyaya Aştî li Kurdistanê ye jî.

Ew di nameyê de dibêje, “Êdî wext e ku hevdîtinên ji bo aştiyê pêk bên.”

Ew nameyê ji bilî wezîr, ji “wezîrê sîhê” yê Partiya Karkeran re jî dişîne.

Ew pêşniyaz dike ku “Hebûna PKK’ê li ser lîsteya rêxistinên terorê, ji nû ve bê nirxandin”.

Ew biryara Dadgeha Bilind a Brukselê ya li ser PKK’ê bi bîr dixe û dibêje,

Ev biryar dibêje, PKK ne rêxistineke terorîst e.

Em jî bawer dikin ku êdî wext e ku hevdîtin ji bo aştiyê bên kirin û êdî bivênevê pirsgirêka Kurd wê aştiyane çareser bibe.

Di nameyê de rola Rêber Apo a di hevdîtinên 2013 ta 2015’an de hat bibîrxistin û hat gotin,

Heger tê xwestin ku elaqedarî Tirkiyê gavên erênîtir bên avêtin, divê pozîsyona PKK’ê di lîsteyê de bê guhertin.

Li navenda van hemûyan şert e ku Abdullah Ocalan hebe; êdî dema azadiyê hatiye.

Endama Kamaraya Lordan û endama APPG’ê Barones Christine Blower li ser mijarê ji me re jî got,

Heger wê pêvajoyeke aştiyê ya manedar bibe, divê dewletên Ewrûpî bibin xwedî helwêst û lîsteyê ji nû ve binirxînin.

Heyatî ye ku PKK ji lîsteyê bê derxistin

Parêzera Mafên Mirovan û ji berdevkên Kampanyaya Aştî li Kurdistanê Melanie Gingell jî li ser nameyê got:

Rêveberê APPG’ê Lloyd Russel Moyle ji Wezareta Karên Hundir xwest rewşa PKK’ê ya di lîsteya rêxistinên terorîst de ji nû ve binirxîne.

Moyle esas ji bo vê biryara Dadgeha Bilind a Brukselê kir palpişt.

Dadgeha Belçîkî got, PKK ne rêxistineke terorîst e, lê aliyekî şer e.

Gingell wiha dewam kir:

Eşkere ye ku tevahiya hincetên ji bo ragirtina PKK’ê di lîsteyê de ji ber zextên dewleta Tirk in û ev hincet jî şaş in.

Dema PKK’yî bên girtin, ne mumkin e hûn hevdîtinên ji bo aştiyê bikin.

Ji ber wê yekê divê PKK ji lîsteyê bê derxistin.

 

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv