Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Azadiya Rêber Apo

 

 

 

Çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo bi kampanya û xwepêşandanan dewam dikin.
Di milê hiqûqî de jî ji bo azadiya wî têkpoşînek tê meşandin.
Desteya Parastina Rêber Apo ya li Rojavayê Kurdistanê ji bo avakirina desteyeke hiqûqî ya cîhanî di nava hewldanan de ye.

AZADIYA RÊBER APO
DESTEYEKE HIQÛQÎ YA CÎHANÊ TÊ BIRÊXISTINKIRIN

Hevseroka Desteya Parastina Rêber Apo, Xedîce Îbrahîm piştrast kir ku di çarçoveya hemleya “Dem dema azadiyê ye” de desteyê têkilî bi gelek parêzerên li cîhanê re daniye û hewl dide desteyeke hiqûqî ya cîhanî ava bike.

Xedîce Îbrahîm xwest saziyên hiqûqî yên navnetewî hesab ji dewleta Tirk bixwazin û got:

ji ber ku ev dewlet mafên lîderekî netewî bin pê dike.

Dewamkirina tecrîdê mijareke siyasî ye.

Dadgehkirina Rêber Apo, ragirtina wî li hepsê heta îro û cezayên li ser tên ferzkirin, li dijî hemû mafan in.

Lewra divê em erka xwe bînin cih, wan sûcên derhiqûqî eşkere bikin û banga rawestandina wan bikin.

Divê saziyên hiqûqî dev ji bêdengiya xwe berdin.

Têkildarî çalakiyên ku Desteya Parastina Rêber Apo li dar xistine, Xedîce Îbrahîm ev agahî dan:

Me têkilî bi gelek parêzerên li Başûrê Afrîkayê re danî, di nav de parêzerên têkoşer Nelson Mandela jî heye.

Hemû jî bi dildarî tevlî hemleyê bûn. Yek ji wan parêzeran Mahmoud Patel, gelek dosyayên qanûnî ji me re şandin, ji bo ku xebatên me di warê qanûnî de xurtir bibin.

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hewldanên me hene ku li ser asta cîhanê desteyeke hiqûqî were avakirin.

Di vî warî de me têkilî bi gelek parêzerên li cîhanê, kesên azadîxwaz û demokrat bi taybet kesayetên Ereb re danî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv