ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê CEMAL ŞERÎK:
DEWLETA TIRK BI BERFIREHÎ ŞERÊ TAYBET DIMEŞÎNE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk ji ANF’ê re şerê taybet ê dewleta tirk nirxand.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê got halê hazir rêveberê şerê taybet desthilata AKP-MHP’ê ye:
Şerê psîkolojîk jixwe 24 saetan te meşandin.
Ev deshilatî bi bombebarana hertimî ya şerê psîkolojîk nahêle civak ti tiştekî din bifikire.
Cemal Şerîk got, çerxa derbeyê li ser kar e û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP jî vê çerxê dizîvirînin.
Li gorî Şerîk şerê taybet ê dewleta Tirk li ser sê lingan tê meşandin.
Yek ji van şerê derî nîzamî, yê din darbe ku jê re tevgerên îstîktarê dibejin û şerê psîkolojîk.
Niha her sê lingên şerê taybet bi hev re tên birêvebirin. Hemû jî li ser şerê psîkolojîk digihîjin hev.
Cemal Şerîk îşaret bi armanca şerê psîkolojîk jî kir û got:
Şerê psîkolojîk ji aliyê hişmendî ve bi zanebûn şikandina vîna civakê.
Hedef ew e ku berê hişê civakê bidin devera ku ew dixwazin da ku nikaribe li dijî dijmin tevbigere.