Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Kurdistanê rêbazeke şerê qirêj: Tecawîz 03.03.2021

 

LI KURDISTANÊ RÊBAZEKE ŞERÊ QIRÊJ; TECAWIZ
TECAWIZKAR POLÎS, ESKER Û CERDEVAN IN

Li gor daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin di sala 2020’an de, 94 jin, 49 zarok bi taciz û tecawizê re rûbirû mane.

Ev êrişên cinsî jî bi taybetî li bajarên bakurê Kurdistanê pêk hatine.

Failên van tacîz û tecawizan jî polîs, esker û cerdevan in.

Ji meha Çile ya 2020’an heya niha li bajarên bakurê Kurdistanê gelek bûyerên bi vî rengî çêbûne.

Lê tecawizkar bi zirx û mertala bêcezahiştinê hatine parastin û di ser de jî ji aliyê rayedarên dewletê ve hatine taltîfkirin.

Herî dawîn bûyereke wisa bi pîlangerî li navça Mêrdîn Dêrikê pêk hat.

Polîs Yakup Yakupoglu di 25’ê Sibatê de dest avêt zarokekî 12 salî.

Rayedar ji bo ser bûyerê bigirin lîstik li ser lîstikê gerandin û hîn jî digerînin.

Dem mirov wisa bi çavgerandinekê li çend salên dawîn dinêre tê dîtin tecawizkar çekdarên dewleta tirk in.

Di 18’ê Sibata 2021’an de cerdevanên bi navê H.B û R.Ç dest avêtin jinekê. Cerdevan bêyî werin girtin tên darizandin.

26’ê Çileyê 2021’an polîs Enes T li Comelêrgê li qereqolê dest avêt karmenda qereqolê G.A.U. Polîs tenê ji peywirê hat girtin.

Çawişê bi navê Musa Orhan tecawizî Îpek Er a 18 salî kir.

Îpekê ji ber vê yekê 7’ê tîrmeha 2020’an xwe kuşt. Tecawizkar ne-girtî tê darizandin.

15’ê Tîrmeha 2020’îan li Şirnexê jî çawîşê bi navê Aslan A., dest dirêjî zaroka 13 salî kiribû. Aslan hat girtin lê dadgeha tirk ew di danişîna duyem de berda.

12’ê kanûna 2020’an derket holê ku 27 kesên piraniya wan karmendên dewletê ne, dest avêtine zarokeke 15 salî. Rayedaran hewl dan ser bûyerê bigirin.

31’ê Tîrmeha 2020’î li Wanê çawîşê bi navê Tûfan A. tecawizî zarokekê kir. Tecawizkar ne-girtî tê darizandin.

Ev êrişên qirêj tenê di çend mehên dawîn de pêk hatine.

Dadgerên tirk bi dirêjkirina pêvajoya darizandinan eynî weke dozên beriya van, hewl didin van tecawuzkaran jî serbest berdin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv