ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê REWŞEN MÊRDÎN:
PÊŞENGÊN PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’ JIN Û CIWANIN
Endama Kordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn, beşdarî bernameya taybet a televîzyona me bû û mijarên di rojevê de nirxand.
Rewşen Mêrdîn, destpêkê Endama Desteya Rêveber a KJK’ê şehîd Leyla Agirî û hemû şehîdên azadiyê bibîr anî.
Endama Kordînasyona KJK’ê, bi taybetî pêngava KCK’ê ya “Dem dema azadiyê ye” û pêngava KJK’ê “Ji qirkirina jinê re na, dem dema parastina jina azad û civaka azad e” nirxand û got;
Pêşengên pêngavan her tim jin û ciwanin.
ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê REWŞEN MÊRDÎN
HEMÛ MIROVAHÎ JI BER PARADÎGMAYA WÎ YA NÛ DEYNDARÊ RÊBER APO YE
Rewşen Mêrdîn, di çerçoveya pêngavê de bi taybetî bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo.
Endama Kordînasyona KJK’ê da zanîn ku tifaqa faşîst a AKP/MHP’ê, hem li derve hem jî li hundir ketiye tengasiyê.
Heya ji vê pêngavê encam bigirin, em ê têkoşînê bilind bikin.
ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê REWŞEN MÊRDÎN
EV ÊRÎŞÊN LI SER HDP’Ê TÊN KIRIN, LI SER AKP’Ê BÊ KIRIN ROJEKÊ NIKARE XWE BIGRE
Rewşen Mêrdîn, bal kişand ser êrîşên li dijî HDP’ê û diyar kir ku ev êrîş li ser AKP’ê bê kirin nikare rojekê jî li ser linga bimîne.
Endama Kordînasyona KJK’ê, xwest ku gel li siyasetmedar û şaredariyên xwe xwedî derkeve.