ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê REWŞEN MÊRDÎN
EV SIYASETA ERDOGAN A KU PDK DIMEŞÎNE WÊ DAWIYA WÊ BIXWE JÎ BÎNE
Endama Kordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn, di bernameya taybet a televîzyona me de, li ser tifaqa AKP/MHP’ê ya bi PDK’ê re sekinî.
Rewşen Mêrdîn, diyar kir ku bi van tifaqan civak nikarin bixapînin û bi van gotinan sedema tifaqê eşkere kir.
Endama Kordînasyona KJK’ê, destnîşan kir ku gerîla bi berxwedaneke mezin pêşî li dagirkeriyê girtiye.
Ev siyaseta Erdogan a ku PDK dimeşîne wê dawiya wê bi xwe jî bîne.
Rewşen Mêrdîn, bal kişand siyaseta dewleta Tirk û PDK’ê ya li dijî Rojava û diyar kir; Pergala ku PDK li başûr ava kiriye dixwazin li Rojava jî pêk bînin.
Ew baregehên li ser sînorê Rojava tên çêkirin jî di vê çerçoveyê de ye û projeya dewleta Tirk e.
Endama Kordînasyona KJK’ê Rewşen Mêrdîn, sekna partiyên din ên li başûrê Kurdistanê wekî hevkariyek bi PDK’ê re destnîşan kir û bal kişand ser sekna gel.