Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûda: ‘Sakîne Cansiz pêşenga berxwedana jinê bû’

 

ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê HÊVÎ NÛDA:
SAKÎNE CANSIZ PÊŞENGA BERXWEDANA JINÊ BÛ

Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûda di salvegera 9’emîn a komkujiya Parîsê de êrişên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nirxand.

Hêvî Nûda da zanîn ku welatên Ewrûpa herdem li dijî têkoşîna gelê Kurd di nava komloya de bûne û got:

“Ji bo tepisandin û tasfiyekirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, dewletên Ewropayê her tim di nava hewldanan de ne.

Mîna Komploya 15’ê Sibata 1999’an ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd hate kirin, gel û jinên Kurd careke din dîtin ku hêzên global di Komploya Parîsê de jî bi roleke girîng rabûn.”

Hêvî Nûda diyar kir ku erkê ronîkirina komkujiya Parîsê dikeve ser milê jinên Ewrûpayê û wiha axivî:

“Li Fransa û Ewrûpayê nêzîkatiya zîhniyeta serwer li pêşiya ronîkirina komkujiya Parîsê astenge.

Ji ber vê yekê jî wezîfeya hesabpirsîna ji kujerên Sakîne Cansiz û hevrêyên wê, dikeve ser milê gel û jinên Ewropa û Fransayê.”

Hêvî Nûda di berdewam de bal kişand ser têkoşîna Sakîne Cansiz û ev tişt got:

“Sakîn Cansiz bi sekn û berxwedana xwe ve, bû navê azadî û têkoşeriya jinê.

Li Rojava di pêşengiya jinan de rê li ber şoreşa gelan vekir.

Li çar parçeyên Kurdistanê, li ser bingeha têkoşîna azadiya jinê rê li ber rabûneke mezin vekir.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûda herî dawî destnîşan kir ku yên xwestin Sakîneyan bêdeng bikin negihîştin armanca xwe û got:

“Divê her kes bi zanibe ku tevgera bi pêşengiya Sakîneyan dest pê kir, li ser xeta wê ya berxwedanê dimeşe.

Şert û merc ji her demê bêhtir guncaw in ku bi pêşengiya jinê têkoşîna civakî bê xurtkirin û dawî li faşîzma AKP-MHP’ê bê anîn.

Wezîfeyên me yên dîrokî ew e ku li dijî sîstema bi serweriya mêr hatiye avakirin em sîstema jinê ya demokratîk û azadîparêz ava bikin”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv