Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HDP’ê li navçeya Kocaelî Gebzeyê mitîng li darxist

 

HDP’Ê LI NAVÇEYA KOCAELÎ GEBZEYÊ MITÎNG LI DARXIST
PERVÎN BULDAN: JI BO AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ EM Ê DAWÎ LI REJÎMA FAŞÎST BÎNIN

Rêxistina HDP’ê Kocaeliyê bi şîara ‘Emê biguherînin, derhal îstîfa’ li navçeya Gebzeyê mitîngek li darxist.

Di saetên sibê bi hezaran kesî berê xwe da qada Mevlana û silav dan berxwedana Îmraliyê.

Destpêkê hunermend Pinar Aydinlar derket ser dike û stranên xwe pêşkeş kirin.

Dûre parlementerê bajêr Omer Farûk Gergerlîoglu xîtabî gel kir û wiha got.

Em îro li dijî tecrîdkirina birêz Ocalan, zilma li zindanan, beedaletiya li welêt û faşîzmê li vir kom bûne.

Êdî dawiya vê desthiladariya zilimkaran hatiye. Em vê tirsê di çavên wan de dibînin..

Di hilbijartinan de wê gelê berxwedêr bi sekeve.

Piştî axaftina Gergerlîoglu hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî silav da gel û hehsa xebatên partiya xwe kir û got.

Em wek HDP’ê di nava gelê de ne.

Hêvîya gel di HDP’ê de ye.

Ji ber ku HDP dengê wan e.

Hevseroka HDP’ê îşaret bi têkoşîna jinan a li dijî faşzîmê jî kir û got.

Zihniyeteke ku dixwaze jinan li derveyî rêveberiyên xwecihî, aborî û xebatê bihêle li pêşberî me ye.

Qeyûm li dijî pergala hevserokatiyê darbeyek e.

Ji ber vê yekê, em ê neçarin ku vê desthiladari faşîst bişyînin.

Pervîn Buldan da zanîn ku çareseriya tevahiya pirsgirêkan li cem HDP’ê ye..

Em bi krîzeke mezin re rû bi rû ne.

Di serî de birêz Ocalan tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin.

Em ê bi têkoşîna xwe li dijî pergala mêr, navendperest û yekperest pergala demokratîk ava bikin.

Divê demildest hilbijartên pêşwext pêk werin.

Di hilbijartinan de emê hesapê hemû kiryarên qirêj ji rejîma faşîst bipirsin.

Dem dema HDP’ê ye.

Dem dema azadiya gelan e.

Piştî axaftinan hevseroka HDP’ê hunermend Azad Berdan derket ser dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv