Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Zilar Stêrk

 

Sibe 25’ê mijdarê roja jinan a Têkoşînê ye.
Jin wê li Kurdistan, Ewrûpa, bi giştî li cîhanê li qadan bin.
Lê em pêşî bi nirxandina endama konseya serokatiya giştî ya KCK’ê Zîlar Sterk dest bi bultena xwe bikin. Zilar Sêrk tevlî bernameya taybet a Medyahaberê bû.
Di rojeva Zilar Stêrk de têkoşîna jinan û salvegera damezrandina PKK’ê hebû.
Zilar Stêrk got, divê jin paradîgmeya li dijî şîddeta mêr ava bikin û di her warî de xwe bi rêxistin bikin.

ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê ZILAR STÊRK:
BERXWEDANA JINAN TÊKOŞÎNA MAF Û AZADIYAN E.

Endama Konseya Serokatiya Giştî KCK’ê Zilar Stêrk tevlî Bernama Taybet a televîzyona Medya Haberê bû.

Zilar Stêrk bersiv da pirsên li ser têkoşîna jinan û wateya wê ya di doza Kurdan de.

Di şexsê xwişkên Mîrabel de Zilar Stêrk, têkoşîna jinan a cîhanî ya 300 salên dawî silav kir..

ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê ZILAR STÊRK:
PÊWIST E JIN PARADÎGMA LI DIJÎ TUNDIYA MÊR AVA BIKIN.

Zilar Stêrk herwiha li ser girîngiya rêxistinbûyîna jinan li dijî tundiya mêran jî wiha axivî:

Ji rêxistinbûnê têkoşîn derdikeve, vîn derdikeve, hêz derdikeve.

Ji ber vê yekê jî divê jin li her dera lê ne, rêxistinbûyîna xwe ya herêmî û gerdûnî pêş bixin.

Divê wekî rêgez, têkoşîna bê navber ji bo tevgera cîhanî ya jinan esas bigirin.

Divê jin hêza xwe ya parastinê ji aliyê teorîk ve jî bi pêş bixin.

Hem divê refleksa xwe ya parastinê pêş bixin, hem jî birêxistin bikin.

ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê ZILAR STÊRK:
PKK BI TÊKOŞÎNA XWE BÛYE PÊVAJOYA GEL A HEBÛNÊ.

Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Zilar Sterk, bi mebesta salvegera 43’yan a PKK’ê jî nirxandinan kir.

Zilar Stêrk, damezrandina PKK’ê pîroz kir û encamên ku PKK’ê bi têkoşîna xwe derxistiye holê wiha rêz kirin;

Berî her tiştî, PKK Kurd û Kurdayetiya ku bi mirinê re rû bi rû mabû zindî kirin.

PKK navê jinûve zindîbûna Kurd e.

Bi vî awayî jî PKK hebûna gel e.

Ji 15’ê Tebaxa 1984’an û vir ve têkoşîneke mezin a gerîla tê meşandin.

Li hemberî siyaseta qirkirin û êrişên tinekirinê; têkoşîneke çekdarî, têkoşîneke parastinê dimeşîne.

Li ser navê rûmeta mirovahiyê li ber xwe dide û vê têkoşînê dimeşîne.

ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê ZILAR STÊRK:
HIŞTINA PKK’Ê DI LÎSTEYA TERORÊ DE BÊHIQÛQIYEKE MEZIN E.

Zilar Stêrk bi mijarê ve girêdayî bal kişand ser hiştina PKK’ê di lîsteya terorê de jî û got;

Ev bêhiqûqiyeke mezin e.

Em dikarin bibêjin ku tevgera PKK’ê dînamîka demokrasî û azadiyê ya Rojhilata Navîn e.

Ji aliyê Amerîka û Ewrupayê ve hiştina PKKê li ser lîsteya terorê bêhiqûqî û berovajîkirina rastiyê ya herî mezin a cîhanê ye.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv