Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bîrdoziya Azadiya Jinê

 

Rêber Apo, azadiya jinê xist navenda xebatên xwe.
Paradîgma azadiya jinê pêşxist û ji bo jin xwe bi xwe azad bibin kedeke mezin dide.
Yek ji qada Rêber Apo bi taybet li ser disekine, qada xweparastinê ye.
Rêber Apo rêjeya kuştin jinê jî wekî qirkirin bi nav dike.

BÎRDOZIYA AZADIYA JINÊ :
RÊBER APO: DIVÊ JIN BI XWE BAWER BIN.

Jin li gelek qadan li hemberî êrişên pergala mêr disekinin, têdikoşin, li ber xwe didin.

Li Tirkiyê şîdeta li ser jinê sedî 400 zêde bû, di 10 mehên 2021’ê de, 256 jin ji ber şîdetê jiyana xwe ji dest dan.

Tecawiz li 87 jinan hat kirin, dest avêtin 346 jinan, êrişa zayendî li 160 zarokan çêbû, 670 bûyerên şîdetê çêbûn.

Rêber Apo li hemberî vê pergala ku jinê qir dike, di her hevdîtina xwe de îşaret bi xweparastinê kir.

Di hevdîtina 18’ê Adara 2013’an de Rêber Apo îşaret bi polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî jinê kiribû.

Divê jin, azadîxwaz bin. Şekildayîna jinê bê exlaqî ye.

Jina azad wekî rojê hiltê. Gotinên jin, jiyan gelek bi wate ye.

Divê jin bi hêzbin, azadbin û biryar bin.

Divê qadên we yên hûn karibin biryara xwe bidin hebin.

Lêgerîna azadiya jinê bikin navenda xebatên xwe.

Dûbare dikim, jiyan bê jinê nabe.

Rêber Apo di hevdîtina 3’ê nîsana 2013’an de jî ji jinan dixwaze timî hêza çareseriyê bin;

BÎRDOZIYA AZADIYA JINÊ
RÊBER APO: DEMA 3-4 JIN HATIN CEM HEV DIVÊ ÇARESERIYÊ BIAFIRÎNIN

Baweriya xwe bi mêran neynin.

Ya mêr fêm dike, jinekê bigire û birevîne ye.

Dogmatîkbûna mêr hilweşînin.

Bila jin, zarokên delal bijîn biwelidînin.

Mesele ne tenê zarok anîn e, mezinkirina zarok e.

Dema 3-4 jin hatin cem hev timî çareseriyê bifarînîn.

Hûn jî bi jinbûna xwe bawerbin.

Di hêvdîtina 31’ê gulana 2014’an de Rêber Apo balê dikîşîne ser şîdeta li jinê û rêjeya kuştinê.

BÎRDOZIYA AZADIYA JINÊ
RÊBER APO: DIVÊ JIN PARASTINA XWE BIKE.

Kuştina jinê di asta hovîtiyê de ye.

Her roj bi dehan jin tên kuştin. Ev kuştin ji şer jî xirabtir e.

Divê jin di vê astê de neyê kuştin, dewlet vê qebûl neke.

Mîna çar aliyên jinê bi zîncîran hatibe pêçandin.

Heta em vê hilneweşînin em nikarin bibin sosyalîst, nikarin siyasetê bikin.

Şoreşa jinê azad neke, ne şoreş e.

Rêber Apo li ser xweparastinê jî vê nirxandinê dike:

Herkes parastina xwe ya rewa dike.

Min gotina xweparastinê ji bo vê pêşxist.

Min gotibû bi taybet divê jin xweparastina xwe bikin.

Xweparastina xwe pêş bixin.

Bîrdoziya sedsala 21’ê azadiya jinê ye, rêya rizgariyê azadî ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv