Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Endama Komîteya navendî ya PKK’ê Hêlîn Ûmît

 

 

Endama komiteya navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît ji ANF’ê re axivî û nirxandinên girîng kir.

Hêlîn Umît diyar kir, Şerê gel ê şoreşgerî tenê bi çekan nabe, çeka herî mezin hêza rêxistinî ye, hêza çalakiyê ye.

ENDAMA KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê HÊLÎN ÛMÎT:
PKK JI BO MIROVAHIYÊ BÛYE ÇAVKANIYA HÊVÎ YÊ

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît ji ANF’ê re axivî, têkoşînan jinan û bandora wê nirxandin.

Hêlîn Umît pêşî salvegera 43’yan a damezrandina PKK’ê di serî de li jinên azad, li gelê Kurd ê welatparêz pîroz kir û got:

Ji roja avabûye PKK’ê her sal bi sedan serfirazî pêk anîne.

PKK ne bi tenê hêviya gelê Kurd e, ji bo mirovahiyê jî bûye çavkaniya hêviyê.

Di sala 44’an de PKK bi pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ wê teşe bigire û wê azadî bi ser bikeve.

PKK israra ji bo jiyana azad e, xeta jinên azad û rastiya gel e, roja hesabpirsînê ye.

Hêlîn Umît diyar kir ku di van rojan de sala nû ya PKK’ê pêşwazî dikin, di warê jinê de, li hemberî polîtîkayên şerê taybet têkoşîneke mezin tê dayîn û got:

Tirkiye di warê siyasî, aborî, jiyana civakî di krîzê de ye, sedem polîtîkayên şerê taybet e.

Ev şerê taybet jî li hemberî demokratîkbûn, bihevre jiyana gelan û li himberî azadiya jinê ye.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê bi van gotinan îşaret bi tecrîdê dike:

Du sedemên bingehîn ên girankirina tecrîda li ser Rêber Apo heye.

Yek jê polîtîkaya îttîhadkar e, dixwazin gelê Kurd bê Rêbertî bihêlin.

Ya duyemîn jî îdeolojîk e, dema Rêber Apo daxive, her kes dibîne, bê çawa jin dikevin nava tevgerê, bi pê şve diçin.

Di van 7 salên pergala êşkencê li Îmraliyê hat girankirin, tiştek nema ne anîn serê jinan.

ENDAMA KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê HÊLÎN ÛMÎT:
LI CIHÊ MÊTÎNGERÊ HEBE, LÊ HESKIRIN Û EVÎN NÎNE, JI BO VÊ AZADÎ HEWCE YE

Hêlîn Umît da zanîn pergal bi êrişa li ser jinê dixwaze civakê qir bike û vê hişyariyê kir.

Li cihê mêtinger lê hebe hezkirin û evîn tune, ji bo evîn pêk bê azadî hewce ye.

Divê jinên Kurd zanibin, di nava şerekî de ne, divê hestên xwe li gorî wê birêxistin bikin.

Erka avakirina netewa demokratîk, erka jinan e, ji ber cewhera netewebûna Kurdan jin e.

Li ku derê dibe bila bibe, divê li dijî polîtîkayên tacîz û tecawizê helwest were nîşandan.

Divê kolektîfên jinê were avakirin, li hemberî desthilata faşîst têkoşîn geş bibe, şîfreya vê serdemê çalakî ye.

Hêlîn Ûmît diyar kir, idiaya sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinan û şoreşa jinan e, di şexsê gerîlayên YJA Starê de dikeve pratîkê û vê bangê kir.

Di serî de li bakurê Kurdistanê divê li her derê jin pêşengiya şerê gel ê şoreşgerî bikin.

Şerê gel ê şoreşgerî tenê bi çekan nabe, çeka herî mezin hêza rêxistinî ye, hêza çalakiyê ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv