Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ber bi 25’ê Mijdarê ve

 

 

Jin ji niha ve dest bi xebatên 25’ê Mijdarê kir.

Ji Bakurê Kurdistanê heta Bakur Rojhilatê Sûriyê û Ewropa çalakiyên jinan pêk hatin.

BER BI 25’Ê MIJDARÊ VE
LI BAKURÊ KURDISTANÊ JIN LI HEV CIVIYAN

Ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê re 9 roj man.

Jin li Bakurê Kurdistanê û hem jî li Rojavayê Kurdistanê û li Ewrûpayê dest bi xebatên xwe kirine.

TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê starta çalekiyên 25’ê Mijdarê li avahiya HDP’a Kerboranê dan.

Tevî parlementer Pero Dûndar gelek jin tevlî çalakiyê bûn.

Pero Dûndar îşaret bi şîdet û tecwiza li Garîbe Gezer kir û diyarkir ku ew ê li dijî êşkenceyê bêdeng nemînin.

Dayika Garîbe, Halîme Gezer jî nerazîbûn nîşanî eşkenceya li qîza wê hate kirin da diyarkir ku ew ê hesab bipirse.

Li navçeya Şirnexê Qilebanê jinan panelek organîze kir.

Parêzera komeleya jinan a Roza Leyla Kaya di panelê de axivî û balkişan ser polîtîkayên dewletê yên li dijî jinan.

Li Wanê bi pankartên li dijî ‘xizanî, şer û tundiyê dema azadiya jinê ye’ ji bo beşdarbûna çalakiya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek hat dayin.

Û banga beşdarbûna meşa 25’ê Mijdarê hat kirin.

BER BI 25’Ê MIJDARÊ VE
JIN LI REQA Û HOLÊ ÇALAKIYÊN XWE YÊN 25’Ê MIJDARÊ RAGIHANDIN

Bi heman armancê li Reqayê jî Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi rasthatina 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li ser Jinê bi daxuyaniyekê çalakiyên xwe ragihand.

Daxuyanî ji aliyê berdevka meclisê Xaliya Kecwan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ew ê dengê xwe li dijî hişmendiya desthilatdar, baviksalarî û kapîtalîst bilind bikin û berxwedana xwe mezin bikin.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşankir ku wê çalakiyên wan li dijî tundiya li ser jinê heya 25’ê Mijdarê dewam bike.

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Holê ya kantona Hesekê jî destnişankir ku wan ji bo roja 25’ê Mijdarê dest bi hamleyeke berfireh kiriye.

BER BI 25’Ê MIJDARÊ VE
LI LONDONÊ STARTA 25’Ê MIJDARÊ HATE DAYÎN

Li Londrayê jî stanta 25’ê Mijdarê ji aliyê Platforma Piştewaniya Jinê hat dayîn.

Di stantê de banga beşdarbûna çalakiyan li jinan hat kirin û hate gotin;

“Heya em azadiya xwe bi dest dixînin wê têkoşîna me bidome.”

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv